KCK`ê bi peyamekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîteya Perwerdê ya KCK`ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Êdî pir eşkere xuyaye ku tu wate û naveroka gotinên mîna “ez bi zimanê xwe yê dayikê nikarim baxivim, binivîsim, fêm bikim, bihizirim” nemaye. Dema ku mijar çand û ziman be pêwîste helwest, sekn û çalakî, van gotin û helwestan çareser bike  û sekneke dîrokî raber bike.”

Şehîd Mizgîn li Kobanê hat bibîranîn

Tevgera Çand û Hunerê şehîd Gurbet Aydin (Mizgîn) ku di sala 1992`an de şehîd bûye, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi merasîmekê bi bîr anî.

Êş û azarên gelê Sûriyê di tablo û peykeran de

Hejmareke şêwekarên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êş û azarên gelên Sûriyê yên di salên şer de, di tabloyên hunerî û peykerên hesinî ku ji bermahiyên bombeyan mane, çêkirine, di Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê de ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin, vedibêjin.

Mîhrîcana duyemîn a çalakiyên dibistanan li dar ket

Rêveberiyên dibistanên li herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê bi slogana "Em ê bi zimanê xwe fêr bibin û bi çanda xwe bijîn" mîhrîcana duyemîn a çalakiyên dibistanan li dar xist.

Komîteya Çandê, koma zarokan xelat kir

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Koma Zarokan a navenda çand û huner xelat kir, ku di hemû çalakiyên li herêmê têne lidarxistin de cih digirt.

Li Kobanê mîhrîcana zarokan

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê bi dirûşma "Azadî ji zaroktiyê ve dest pê dike" 3`yemîn Mîhrîcana Zarokan li ser asta herêmê li dar xist.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bi dawî bû

Mîhrîcana 4`emîn a Şehîd Yekta Herekol li ser rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, her wiha li ser siyasetên têkildarî gelê ku têkoşîna azadiya xwe dike û kesayeta têkoşeran, zehmetiyên jinan û rola wan di civaka demokratîk de bû.

Di roja 5‘emîn de şanoya "Desteserkirin"

Di roja 5‘emîn a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê de Koma Serdem a Hêzên Erka Xweparstinê ku ji 4 jinan pêk tê şanoya "Desteserkirin" pêşkêş kir.