Berpirsên Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn diyar kirin ku asta beşdarbûnê îsal ji sempozyumên berê baştir û bilindtir bû.
ÇAND Û HUNER
2`yemîn Pêşangeha Kulîlkan a Tebqayê bi dawî bû
2`yemîn Pêşangeha Kulîlkan a ku Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kiribû, bi dawî bû.
Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê bi dawî bû
Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn ku li Kobanê bi dirûşma “Dê bi hev re kar bikin ji bo ku huner bibe bihara dilan” dest pê kiribû, îro bi dawî bû. Lê wê sêşema bê li Qamişlo dest pê bike.
Şêwekarên beşdarî sempozyunê bûbûn hatin xelatkirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê şêwekarên beşdarî Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê bûbûn, xelat kirin.
`Wênexêzî zimanê peywendiya di navbera mirov û derdorê de ye`
Şêwekarên ku beşdarî Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn bûne, destnîşan kir ku huner roleke mezin di veguhastina raman, dîrok û rastiyê de ji nifşekî bo nifşê din dilîze.
Bi wêneyan Sempozyuma Hunera Şêwekariyê
Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn li Hola Firatê ya Kobanê dewam dike.
Jinên şêwekar: Em hewl didin paşverûtiyê bişikînin
Şêwekaran diyar kir ku li gel hunerên din, şêwekarî rêbaza baş a derbirîna hestên jinan a dûrî kevneşopên civakê ye.
'Armanca sempozyûmê pêşxistina rola hunerê û şêwekaran e'
Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed diyar kir ku armanca lidarxistina sempozyûma şêwekariyê pêşxistina hunerê ye û piştgiriya şêwekaran e.
Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dewam dike
Sempozyûma Hunera Şêwekariyê ya li Kobanê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Bi romanên xwe êş û berxwedana gel vedibêje
Nivîskar û mamosteya zimanê kurdî Zozan Mihemed bi romanan êş û berxwedana gel vedibêje. Heta niha 3 romanên wê derketine û yek jî li ber çapê ye.
Li ser şopa bavê xwe hunera dengbêjiyê zindî dike
Diyaa El Ferec li ser şopa bavê xwe hunera dengbêjiya erebî ya kevnar zindî dike û hewl dide vê hunerê bi pêş bixe.
2'yemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir bi dawî bû
2'yemîn Mîhrîcana Xwendekaran a Şehîd Hogid bi dawî bû. Mîhrîcan bi dirûşma "Bi çand û werzîşê em ê xebata xwendinê dîrokî bikin" li dar ket. Mîhrîcan 2 rojan dom kir û bi xelatkirina bi dehan tîmên werzîşê, stranan û şanoyê bi dawî bû.