Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derketin xwepêşandanê û li hember sûcên dewleta Tirk, piştgiriya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
CIWAN
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê bi meşeke meşaleyan piştrast kirin ku ew piştgiriya QSD'ê dikin û amade ne ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.
Ciwanên Helebê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê vê êvarê bi meşeke bi meşalayan piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Ciwanên Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo, îro bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta têkbirina planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê bi giştî çalakiyên xwe bidomînin.
Ciwanên Reqayê: Em amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Reqayê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Ciwanan destnîşan kir ku ew amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.
Ciwanên Dêrikê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Ciwanên Dêrikê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê li gundê Til Xenzîr Jorîn ê herêma Koçerat a Dêrikê pîroz kir.
ʹBirêxstinkirin û perwerdekirina civakê erka ciwanan eʹ
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê diyar kir ku birêxistinkirin û perwerdekirina civakê li gorî şerê gel ê şoreşgerî û hişyarkirina wê ji xetereya şerê taybet erka ciwanan e.
Li Dêrikê ciwanên malbatên Şehîdan êrişên çekên kîmyewî şermezar kirin
Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyeke bêdeng û pêşandana şanoyekê li qada sûka navendî ya li bajêr şermezar kir.
Xwendekarên Zanîngeha Sine tev li refên gerîla bûn
Komek xwendevanên Zanîngeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember êrişên dagirkerî û qirkirinê yên rêjîma Îran û dewleta Tirk a dagirker tev li nava refên gerîla bûn.
Ciwanên şoreşger li Kobanê meşek li dar xist
Bi dehan şêniyên Kobanê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Apo ye" meşek li dar xist.
Ciwanên Minbicê bi şanoyekê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî
Ciwanên Minbicê bi şanoyeke bêdeng bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Ciwanên herêmê tekeziyê bi yekitiyê dikin
Ciwanên herêma Firatê diyar kir ku divê ew li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan û gelên herêmê refên xwe bikin yek.