Hate ragihandin ku li eyaleta Zamfara ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, çekdaran êrişî dibistanekê kir û 300 xwendekar revandin.
CÎHAN - ROJHILATA NAVÎN
Efserekî Îsraîlê: Baregehên Îranê yên li Sûriyê ne ji bo parastina rejîma Sûriyê ne
Efserekî Îsraîlê diyar kir ku hebûna Îranê li Sûriyê ne ji bo parastina rejîma Sûriyê ye û got “Hebûna Îranê ji bo parastina mîlîsên xwe, ji bo armancên aborî û derbaskirina rejîma Îranê ji Sûriyê re ye.”
El-Debîbe diyarkirina hikumetê bi paş xist
Serokwezîrê Lîbyayê yê nû nekarî endamên hikumetê beriya dema dawîn diyar bike. Vê yekê li ser hêza hikumeta demkî ya ji bo yekkirina komên Lîbyayê, pirs bi xwe re derxistin holê.
Rojnameyên erebî: Îsraîl gefan li Hizbullahê dixwe û dewleta Tirk li pêş çareseriya Lîbyayê asteng e
Rojnameyên erebî yên îro behsa rageşiya di navbera Îsraîl û hevalbendên Îranê de, aloziya Lubnanê û xwepêşandên Iraqê kir.
Hemas ji bo hilbijartinan 45 girtî serbest berda
Wezareta Hundirîn û Ewlekariyê ya Neteweyî ya Tevgera Hemasê li Xezayê, ragihand ku 45 girtiyên ewlekariyê di çarçoveya xurtkirin û amadekirina rewşa hundirîn ji bo pêkanîna hilbijartinan, serbest hatin berdan.
Li Almanyayê li dijî tundrawan û komelayeke Tirkiyê operasyona serdegirtinê
Di çarçoveya qedexekirina komeleyeke tirkî-erebî de polîsên Almanyayê li Berlîn û Brandenburgê vê sibehê ve dest bi serdegirtina komeleyên îslamî yên tundraw kir.
Têkildarî dosya nûklerî ya Îranê, Amerîka û Îsraîl wê bicivin
Çavkaniyên çapemeniyê eşkere kir ku Amerîka û Îsraîl bi armanca ji nû ve destpêkirina xebat û nîqaşên derbarê dosya nûklerê ya Îranê, wê lihev bicivin.
Li Bexdayê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
Hêzên îstixbarata Iraqê çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Nimir Bexdayê ku berpirsê teqemeniyan e, li Bexdayê girt.
Rojnameyên erebî: Qeter dixwaze rola xwe li Sûriyê xurt bike
Rojnameyên erebî yên îro behsa dosyaya Sûriyê, dadgehkirina endamên hikumeta Şamê û rewşa Lîbyayê kir.
Hikumeta Lîbyayê ya nû dê pêşkêşî parlamentoyê were kirin
Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê ragihand ku koma wezîrên hikumeta Yekitiya Nîştimanî (El-Wehde El-Weteniye) dê ji meclisa Tebriqê re were pêşkêşkirin.
Dadgeheke Almanyayê 10 sal ceza li serçeteyekî DAIŞ'ê birî
Dadgeheke Almanyayê 10 sal û 6 meh ceza li ser serçeteyekî DAIŞ'ê birî ku toreya tundraw li Ewropayê bi rê ve dibir û ciwanên dişandin Sûriye û Iraqê.
Biden û Kazimî şerê li dijî DAIŞ'ê nîqaş kir
Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivî û behsa girîngiya parastina aramiya Iraqê û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kir.