Fuad Hisên diçe Tehranê

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand, wê sibe Wezîrê Karên Derve Fuad Hisên serdana Îranê bike û li ser hin mijaran li gel rayedarên Îranê baxive. Ev serdan hemwextê gefên rejîma Îranê yên êrişkirina li ser partiyên Rojhilat ên li nav xaka Başûrê Kurdistanê ye.

Biden diçe Vietnamê

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî civîna Koma 20 ku li New Delhiyê li dar ketiye, diçe paytexta Vietnamê Hanoi.