Li Îranê teqîn: 6 karker mirin

Li bajarê Damgan ê li bakurê Îranê, li kaneke komirê teqîn çêbû. 6 karkeran jiyana xwe ji dest da.

Ukrayna: 22 dronên Rûsyayê hatin ruxandin

Pergala parastina hewayî ya Ukraynayê ragihand ku ji 25 dronên Rûsyayê yên ku li herêma Odessayê êriş pêk anîne, 22 dron ruxandine.

Li Iraqê qezaya trafîkê: 16 mirî, 13 birîndar-HATE NÛKIRIN

Li parêzgeha Selaheddîn a bakurê Iraqê di qezaya trafîkê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da, 13 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku piraniya mirî û birîndaran hemwelatiyên Îranê û ji bo bîranîna Îmam Huseyn çûbûn Iraqê.