MSD′ê diyar kir ku ew destekê didin çalakiyên gel ên li bajarên Sûriyeyê ye û di heman demê de bang li welatiyan kir ku nekevin xefikên desthilat û saziyên ewlehiyê, ên dewleta Tirk û çeteyan.
POLÎTÎKA
Siyasetmedar: Hevkariya hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re diyar e
Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkî, êdî eşkere bûn û hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re hevkar in. Her wiha gelê Sûriyeyê ji ber projeya osmanî ya ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê temam bike, hişyar kirin.
Çiya Kurd: Nexşerêya Astanayê dê xetereyeke mezin çêke
Bedran Çiya Kurd anî ziman ku nexşerêya ku di civîna Astanayê de behsê wê hat kirin, dê gelek hevkariyên li dijî gelê Sûriyeyê çêke, lewma ger Şam bi Enqereyê re bikeve nava têkiliyê dê krîza Sûriyeyê bikeve pêvajoyeke nû û got “Êdî dê rewş ji bo her kesî li herêmê zêdetir aloz û xirab bibe.”
Hisên Osman: Qonaxa bê wê bibe qonaxa diyalogan û nêzîkbûna ji beyannameyê
Hisên Osman anî ziman ku derketina dagirkeran û diyalogên navxweyî bingehê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û got: "Em pêşbinî dikin ku qonaxa bê bibe qonaxa diyalogan û nêzîkbûna ji beyannameya Rêveberiya Xweser."
Yasir Silêman: Şamê ji bo bidawîkirina krîzê tu gavên cidî neavêtin
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman destnîşan kir hikumeta Şamê hê jî di çareseriya leşkerî de israr dike û got: “Beyannameya Rêveberiya Xweser nexşerêya bidawîkirina aloziyê û pêkanîna xalên danazana Cedayê yên girêdayî Sûriyeyê ye.”
'Beyannameya Rêveberiya Xweser ji aliyê teorîk û fikrî ve gelekî girîng e’
Fîras Qesas diyar kir beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser ji aliyê teorîk û fikrî ve pir girîng e. Qesas anî ziman ku hin hêz diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî asteng dikin û got “Gelo zordest, tundraw û ajan dikarin ji nişka ve bibin azadîxwaz û alîgirên diyalogê?”
Çiya Kurd: Dozên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û dewletên Ereban hene
Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku ew destekê didin hewldanên dewletên Ereban ên ji bo çareseriya Sûriyeyê û bal kişand ku di navbera rewşa Sûriyeyê û dewletên Ereban û di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên Ereban de dozên hevbeş hene ku dikare bi hev re li ser kar bikin.
Hemdan El Ebid: Çareserî bi rêya diyalogên navxweyî pêkan e
Hemdan El Ebid bal kişand ser hewldanên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re û got "Ev pêşketin nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê û çareserkirina aloziyê.” El Ebid ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê banga diyalogan kir
Siyasetmedar: Biryara KCK`ê îfadeya demokrasî û aştiyê ye
Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara KCK`ê ya dirêjkirina biryara bêçalakiyê heta hilbijartinên li Tirkiyeyê, wek helwesteke rast, demokratîk û aştiyane nirxand.
`Dema gelê Sûriyeyê bibe yek dê daxwazên hêzên zordest têk biçin`
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El Hamid destnîşan kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ji yekitiya gelê Sûriyeyê ditirsin û got, dema gel bibe yek dê bi ser keve û dê daxwazên hêzên zordest têk biçin.
Sedemên zêdebûna êrişên Tirkiyeyê û nêzîbûna welatên Ereban-Şamê çi ne?
Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec sedemên zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê spart binkeftina siyasetên wê yên navxweyî û derve. El Erec li ser hewldanên nêzîkûna dewletên Ereban ji hikumeta Şamê jî got, armanc rêgirtina li Tirkiye û Îranê ye.
Ferîd Etê: Em bi têkiliyên li ser bingehê berjewediyên gelê Sûriyeyê re ne
Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê têkildarî têkiliyên Şamê bi dewletên herêmî û erebî re got: "Eger ev têkilî li ser bingehê berjewendiyên gelê Sûriyê û mafên wê be, em pê re ne."