Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku gerîlayan di Operasyonên Şoreşgerî yên ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de 39 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Her wiha 2 radar, 2 çeper, 2 mobesse û cebilxane hatin rûxandin.
KURDISTAN
Nasnameyên 3 gerîlayên li Zapê şehîda bûne, hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' a şehîdên xwe teqez pêk bînin."
Li Amedê mîtînga “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re”
Li Amedê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan mîtînga HDP'ê bi diruşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” pêk hat. Di mîtîngê de hate gotin: “Çareserî ne li Soçî, li azadiya Abdullah Ocalan e.”
ANF: di çalakiyên gerîla de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin
ANF'ê ragihand, tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî ya girêdayî HPG’ê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirekr giran birîndar bûn, 2 çeper hatin rûxandin.
Peyama pîrozbahiyê ya Fermandariya Biryargeha YJA Starê ji bo gerîlayên jin
Fermandariya Biryargeha YJA Star; ji ber çalakiyên serkeftî li dar xistine hemû fermandar û gerîlayên YJA Star yên li Qadên Berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metînayê pîroz kir.
Di çalakiyên HPG’ê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin cezakirin
HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker agahî parve kirin û diyar kir ku di çalakiyên wan ên dawîn de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li baregeheke MÎT’ê xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo da zanîn ku li dijî qereqoleke artêşa Tirk a li Sîrê ya Başûr çalakiyek li dar xistiye û 2 dagirkerên di çeperên de hatine cezakirin. Her wiha diyar kir ku ew qereqol navendeke MÎT’ê ye.
Malbatên girtiyên Behdînanê: Rewşa zarokên me ber mirinê ve diçe
Malbatên girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de ne, ragihandin ku rewşa zarokên wan ber bi mirinê ve diçin.
Ji gerîlayan çalakiyên bi bandor: Helîkoptereke Atak hate xistin, 10 dagirker hatin cezakirin
Ber bi nêzbûna Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiyên gerîla jî zêde dibin. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke Atak hate xistin û wesayîteke zirxî hate îmhakirin.
HPG’ê şehadeta 2 gerîlayan ragihand
HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 2 gerîlayên ku par şehîd bûne, bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan û gelê Kurdistanê xwest.
Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî li hev civiyan
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Pîrmamê civiyan.
Gerîla 15’ê Tebaxê silav kir: 22 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên bi bandor ên gerîlayan yên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê de; 3 ji wan efser û 4 jî kontra bi giştî 22 dagirker hatin cezakirin. 1 Kîrpî, 1 Reo, 4 mobesse, 2 çeper hatin rûxandin, çeperek û helîkoptereke êrişê jî bi giranî hate derbkirin.