Li dijî hedefgirtina jinên pêşeng, jinên herêma Cizîrê diyar kir ku “Me xeta berxwedanê hilbijartiye. Ew dagirker dê bi van rêbazên êrişan bi ser nekevin.”
JIN
TAJÊ: Hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên fermana 3`yê Tebaxê ne
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar kir ku hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên fermana 3`yê Tebaxê ne ku bi destê çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan li Şengalê pêk hat. Her wiha şervaneke YPJ`ê ku tev li hemleya rizgarkirina Şengalê bûye, destnîşan kir ku civaka Êzidî, bi rêya rêveberiya xwe ya xweser xwe bi birêve dibe.
Jinên Şehbayê xendeqan dikolin û çeperan amade dikin
Li gundên li bemberî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, jin ji bo parastina xwe di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de ji êrişên dagirkeran xendeqan dikolin û çeperan ava dikin.
Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên têkoşer şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bîne û dewleta Tirk a dagirker ceza bike.
Li ser şopa Barîn Kobanê û Cuma Botan; Barîn Botan
Şervana YAT'ê Barîn Botan da ser şopa şehîd Barîn Kobanê û Cuma Botan û di oxira azadî û heqîqetê de şehîd bû. Şehîd Barîn Botan her tim digot "Ez jiyana koletiyê qebûl nakim û divê hemû jin rewşa ku tê de dijîn qebûl nekin."
Ji RJAK’ê kampanyaya boykotkirina malên tirkî
RJAK’ê bi daxuyaniyekê bal kişande ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser welatiyan bi taybetî komkujiya Perexê û kampanyaya “Na ji bo kirîna malên Tirkî” ragihand.
Di Tîrmehê de 24 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora meha Tîrmehê ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinîn, 24 jin hatin qetilkirin û 20 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
KJK: Divê welatên Ewropayê piştgiriyê bidin îradeya civaka Êzidî
Koordînasyona KJK’ê qurbaniyên Fermana 3`yê Tebaxê ya Şengalê bi bîr anîn û û got “Welatên Ewropayê divê li hemberî êrîşên TC’yê helwesta xwe zelal bikin û piştgiriyê bidin îradeya xwerêveberiyê ya civaka Êzidî.”
Jiyan Tolhildan, sembola jina azad û afirînera serkeftinan
Gelek nav li wê hatin kirin; afirînera serkeftinan, nimûneya pêşengiyê, parêzvana mafên jinan, stûna şoreşa jinan, şoreşger û şopdara rêya birayê xwe yê şehîd. Ev kes şehîd Jiyan Tolhildan e, şehîda nemir ku dê di bîra gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zindî bimîne.
Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
Bi sedan jinên herêma Cizîrê li dijî êrişan û qetilkirina pêşengên şoreşê li bajarê Qamişlo meşiyan. Jinan di meşê de peyamên vekirî dan hêzên navneteweyî yên pêşiya êrişên dagirkeran nagirin ku wê heya serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin.
Di salvegera yekemîn de Hevbendiya Nada banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir
Hevbendiya Nada berxwedana YPJ'ê silav kir û bang li hemû jinan kir ku di meşa rizgarkirina jinan de xebateke hevpar pêk bînin.
Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Jinên Iraqî ya Navnetewey ya der barê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) de ku îro li Bexda bi tevlêbûna sedan jinan li Otela Bexda pêk hat, bi encamenameyekê bi dawî bû.