Kongreya Star bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê eşkere kir

Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dê bi pêşengtiya berxwedana têkoşer Hevrîn Xelef û dayika Aqîde bixemilê. Evîn anî ziman ku dê şal a YPJ‘ê sembola çalakiyên 8‘ê Adarê be.

Tevî şertên koçberiyê, koçberek pîşeya xwe didomîne

Koçberek di pîşeya dirûnê de kar dike da ku qûta jiyana xwe peyda bike û alîkariya koçberan bike. Bi bihayên guncew didirû û banga peydakirina kehrebe û vekirina werşeyeke dirûnê di nav kampê de dike.

Jinên Hesekê ji bo azadiya Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kirin

Jinên bajarê Hesekê diyar kirin ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan îmhakirina nasnameya Kurd û qirkirina gelê Kurd e. Jinan bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Komîteya Lihevanînê hezar û 101 pirsgirêk çareser kirin

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê ya Reqayê rolek girîng di çareserkirina pirsgirêkên ku jin rastî tên de dilîze. Komîteyê di sala 2019‘an de ji hezar û 904 pirsgirêkî hezar û 101 pirsgirêk çareser kir.