Kongreya Star bang li Neteweyên Yekbûyî: Divê bi rola xwe rabe

Kongreya Star bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku nebe hevparê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir, divê sînor ji aliyê hêzeke sêyemîn ve bê parastin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê qedexekirin.

Wijdan Nûredîn: Ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê em ji Başûr hatin

Wijdan Nûredîn bang li tevahiya jinan kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê serî hildin û banga darizandina kujeran ên ku Hevrîn Xelef qetil kirine kir. wijdan destnîşan kir ku Hevrîn sembola yekitiya tevahiya pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye .

Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Îro bi sedan jinên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê her wiha pêkanîna komkujiyên li dijî sivîlan û bi taybet ên li dijî jinan, meşek lidar xist.

Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin

Bi sedan jinên Efrîn û Şehbayê  bi dirûşmeya "Jinên Efrînê daxwaza vegera Efrîna aram û azad dixwazin‘‘ li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê çalakî kirin  û peyama radestî berpirsên baregeha Rûsya kirin.