Şêniyê ji navçeya Til Temirê Yûnan Yusif projeyeke çandiniyê ya biçûk bi rê ve dibe û cureyên nû ku beriya niha li navçeyê nehatine çandin lê zêde kirine, Yûsif wiha got: "Bilindbûna nirxên madeyan bû sedem ku ez vê projeyê berfireh bikim."
CIVAK Û JIYAN
Mislimanên Bakur û Rojhilata Sûriyê Remezanê pêşwaz dikin
Di gel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û qedexeya giştî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mislimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meha Remezanê ya pîroz bi tevgereke sivik li sûkan pêşwaz dikin.
Şaredariya Reqayê bermahiyan radike û dezenfektekirinê didomîne
Şaredariya Gel a Reqayê di dema qedexeyê de bermahiyên avahiyên hilweşiyayî radike û hemleya dezenfektekirina kolan û saziyên Rêveberiya Sivîl didomîne.
Li Tebqayê 2 stasyonên avê ji nû ve hatin xebitandin
Saziya Avê ya Tebqayê piştî ku 2 stasyonên ava vexwarinê xistin xizmetê. Ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê kêm kiriye û rêjeya wê daketiye, stasyon ji xizmetê derketibûn.
Li Şedadê gaz li şêniyan tê belavkirin
Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Şedadê madeya gazê li şêniyên navçeyê belav kir. Belavbûn bi rêya komînan hate kirin.
Baxçeyên sergirtî ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê projeyeke nimûne ne
Projeya baxçeyên sergirtî ya li bajarokê Rimêlanê, pêdiviya zêdetirî 450 hezar şêniyên herêmê dabîn dike û derferên kar ji zêdetirî 100 kesî re peyda dike.
Êzidiyên Helebê amadekariyên pîrozkirina Çarşema Sor dikin
Civaka êzidî amadekariya pîrozkirina Çarşema Sor dike. Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê piştrast kir ku siyasetên qirkirinê israra civaka êzidî ji bo ku ola xwe biparêzin û ayînên xwe pêk bînin, naşikîne.
Di nava koçberên Efrînê de Laşmanya zêde dibe û dorpêç rewşê dijwartir dike
Di nava koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin de, laşmanya zêde dibe û Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê da zanîn ku heta niha tu alîkariyên tenduristî ji rêxistinên navneteweyî wernegirtine, jê Xaça Sor. Lê li gel wê jî hikumeta Şamê dorpêç ferz kiriye.
‛Divê her kes ji bo tenduristiya xwe pabendî qedexeya derketina derve be’
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd diyar kir ku belavbûna vîursa Koronayê li herêma Firatê hişt ku qedexeya derketina derve were ragihandin, ji ber vê yekê bang li her kesî kir ku li gorî tedbîrên qedexeya derketina derve tev bigerin.
Bi destpêkirina axşûvê re karker banga zêdekirina heqdestên rojane kir
Xebatên axşûvkirinê (Xepartin) li zeviyên kemûnan dest pê kir. Werşeyên karkeran jî xwestin heqdestiya rojane bê bilindkirin.
Li Nexweşxaneya Kobanê yekemîn emeliyata dil
Piştî 5 rojan ji vekirina beşa emeliyatên dil, vê sibehê yekemîn emeliyata dil li Nexweşxaneya Kobanê bi serkeftî pêk hat.
Komîteya Şaredariyan gelek projeyên xizmetguzarî di dema qedexeyê de pêk tîne
Piştî giştînameya bi jimareya 84 ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girêdayî qedexeya giştî li Reqayê derketiye û duh ketiye pratîkê, bi wê re komîteya şaredariyan a Reqayê lez kir ku sûdê ji qedexeyê û tunebûna tevgera çûn û hatinê bigire, da ku kavilên li bajêr mayî, derxe derve.