QSD: Ruxmî biryara agirbestê, êrîşa artêşa dagirker ranewestiyaye, 5 sivîl şehîd bûn

Berdevkê QSD`ê Kîno Gabriel got: “Hêzên me li ser biryara agirbestê a duh, di dîroka 17`ê Cotmehê saet di 22:00`an şûn de li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne. Ruxmê biryarê jî êrîşên artêşa dagirker a bi top û balafirên bê mirov û êrîşên komên çete yên tacîzê li eniya Serêkaniyê tu caran ne rawestiya ye.”

Ji HRE‘yê çalakî: 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di navbera gundê Basûtayê û bajarê Efrînê de çalakî li hemberî çetayên dagirkeriya Tirk pêk anîn.

Dîmenên destpêkê yên  topbarana nexweşxaneya Serêkaniyê

Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê didome, dewleta Tirk bi êrîşa li ser nexweşxaneyê re sûcê mirovahiyê kir. Nûçegihanên ANF‘ê Ersîn Çaksû û Rûken Cemal xwe gihandin nexweşxaneyê û rewşa wir ragihandin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  daxuyanî da

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rohilatê Sûriyê teqez kir ku di encama topbaran Tirkiyê de perwerdehî li 810 dibistanan rawestî û 20 dibistan bi temamî wêran bûne. Her wiha destnîşan kir ku ji ber êrîşên Tirkiyê 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê para mane.