Li Til Temirê xwekujî xwe teqandin

Kesekî xwekuj li ser motosriklêtekî li nêzî deriyê veguhestinê yê başûrê navçeya Til Temirê li nêzî komîna şehîd Demhat, xwe teqand.

Çalakiya Leyla Guven 197, ya rojiya mirinê 24 roj li dû xwe hiştin 

Berxwedana Leyla Guven a çalakiya greva birçîbûnê di roja 197’an de û çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî di roja 24’yan de didome. Her wiha koma duyemîn a rojiya mirinê di 10’ê Gulanê de li girtîgehan dest bi çalakiya xwe kiribû.

Çeteyên Tirkiyê êrîşî bargeha Himêmîn kirin

Çeteyên girêdayî Tirkiyê bargeha Rûsya ya Himêmîn bi 17 fûzeyan kirin hedef. 8 jê negiştin bargehê û 9 ji aliyê hêzên parastina hawayê yên bargehê ve hatin bêbandorkirin.

‘Têkoşîn bi yekitiya gelan û redkirina dîktatoriya Tirk eşkere dibe’

Beşdarên di bin konê grevê de raber kir ku têkoşîna ku îro bi yekitiya gelan eşkere dibe û tevlêbûna berxwedana aştî bi hilgirtina ramanên Ocalan ên çarekirinên dozên herêmê yên li hember dîktatoriya Tirkiyê ya hovane disekine, nîşaneya mîsogeriya gelên herêmê ya berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna tevahî daxwazan e.  

Şêniyên Efrînê: Gelê Kurd di serdemeke dîrokî de dijî

 Çalakgerên ku beşdarî greva birçîbûnê bûne, bang li Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) kir ku bi erka xwe ya mirovî rabe. Çalakgeran çalakiya greva birçîbûnê wek têkoşîneke dîrokî destnîşan kir.

Li Helebê 8 sivîl birîndar bûn

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam şeva din 12 moşek avêtin taxên bajarê Helebê yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de. Di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.

Rewşa kampên berxwedanê di meha Remezanê de

Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê neçar mane ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê û sala duyemîn e ku dûrî warên xwe rojiyê digirin. Hêviya wan a tekane vegera Efrînê û derxistina dagirkeriyê ye. Bi çend wêne û dîmenan em ê balê bikişînin ser rewşa şêniyên di kampê de di meha Remezanê de.