Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeyê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li ser sivîlan tavilê bikevin nava tevgerê.
ROJANE
Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Alerya Yeqûb
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbata şehîd Alerya Yeqûb re xwest.
Artêşa Tirk a dagirker di navbera Til Temir û Zirganê de sewqiyatan pêk tîne
Çavkaniyekî leşkerî eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Menax ê di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de, sewqiyatên leşkeri pêk tîne, her wiha tankan jî sewq dike.
Balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 40 êriş li dijî nuqteyên DAIŞ`ê pêk anîn
Hemwextî operasyonên hêzên hikumeta Şamê yên biewlekirina rêya Dêrazor-Humisê, balafirên şer ên Rûsyayê li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê êrişên asîmanî pêk anîn.
Li rojavayê Helebê li dijî nuqteyeke artêşa Tirk êriş; leşkerek birîndar bû
Kesên nenas li rojavayê Helebê gule li nuqteyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker reşandin. Di encamê de leşkerekî Tirk birîndar bû.
Li Sûdanê 48 kes hatin kuştin û 97 birîndar bûn
Di encama şerê li bajarê El-Cenîniye yê paytexta wîlayeta rojavayê Darfor a Sûdanê de 48 kes hatin kuştin û 97 kes jî birîndar bûn.
Qebîleya Zubeyd: Hevgirtina di nava pêkhateyên de xwezayî ye û divê em piştgiriya QSD’ê bikin
Şêxê qebîleya Zubeyd diyar kir ku armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere bûn û wiha got: "Hevgirtin û yektiya di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwezayî ne û divê gel parastina wê yekê bikin û piştgiriya QSD’ê bikin."
Artêşa Tirk gundewarên Minbicê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirekr bi çekên giran gundê Yalnelî yê bakurê rojavayê Minbicê topbaran dike.
Tirkiyê li baregeha leşkerî ya li nêzî Eyn Îsayê bircekî din ava kir
Dewleta Tirk a dagirker di nava du heteyan de li ser rêya M4 ya rojavayê Eyn Îsayê, li baregeha xwe ya leşkerî bircekî din a çavdêriyê, ava kir.
Li Hecînê civînek ji bo nîqaşkirina dozên ciwan û werzîşê hat lidarxistin
Meclisa Ciwan û Werzîşê ya Hecînê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê, civînek ji bo nîqaşkirina dozên girêdayî ciwan û werzîşê bi hevkariya şandeya Yekitiya Wezîşê ya Dêrazorê li dar xist.
Parlementerekî Katalonyayê: Em ê zexteke siyasî li dewleta Tirk bikin
Parlementerekî herêma Katalonyayê serdana kampa Waşûkanî kir û diyar kir ku ji bo zexteke siyasî li ser dewleta Tirk were kirin ew kar û xebatê dikin, her wiha got ew têkildarî sûcên dewleta Tirk belgefilimekê amade dikin.