Serkeftinên di qada perwerdeyê de

Ji destpêka ragihandina avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk (21’ê Çileya 2014’an), di qada perwerdê de gelek pêşketin ji aliyê materyal û rêbazên wanedayînê de, pêk hatine.

‘Rûsya, Erdogan teşwîqî êrîşê dike’

Lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û mudirê navenda lêkolînên stratejîk ê Beyrûtê Dr.Mihemed Nûredîn got: “Erdogan dixwaze peymana "Herêma ewle" bi kar bîne û bikeve herêmê. Rûsya, Erdogan teşwîq dike da ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”

Li Girtîgeha Îmraliyê qedexeya nû ya 3 mehan

Hevdîtina malbatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo 3 mehan hatin qedexekirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî qedexeyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

Ji bo biçin Îmraliyê malbatan serlêdan kir

Malbata Rêber Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtin bi xizmên xwe yên li Îmraliyê ne pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Gundê Bênê û Eqîbe têne topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran derdora gundê Bênê û Eqîbe yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.

El-Mihbaş: Em makenîzmeya ewlehiyê pêk tînin, aliyê Tirk şaş fêm dike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş got: "Em bi pêkanîna bendên lihevkirina ewlehiya sînor bi her du aliyên Tirk û Amerîka re girêdayî ne  û me bendek ji bendên lihevkirinê binpê nekirine, dibe ku aliyê Tirk makenîzmeya ewlehiyê şaş fêm kiriye."

Li Minbicê teqîn

Li bajarê Minbicê komyoneke ku bi zebzeyan barkirî hate teqandin, li gorî agahiyên destpêkê du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Komxebata Eşîrên  Kurd bidawî bû

Rûspiyên Kurd ên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê li gelên herêmê kirin. Rûspiyan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê banga pêkanîna diyalogên cidî  bi MSD‘ê re li "Desthildata li Şamê" kir.