Komxebata têkildarî DAIŞ’ê ji gavên pêşerojê re rê ye-ANALÎZ

Di komxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê  de derket holê ku DAIŞ mijareke cîhanî ye û divê çareserî jî hevkar be. Avakirina dadgehekî navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê wê gelek encamên wekî têkiliyên dewletan bi DAIŞ’ê re derxe holê.

Şûr li dijî gelê xwe rakir û li hemberî dijminan bêdeng e

Ev 40 sal in rejîma Sûriyê mafê bersivdayînê parastiye. Vê yekê hêz da dewletên herêmî da ku dest deynin ser xêr û bêra Sûriyê û dagir bikin. Dagirkirina Efrînê û deverên din ên Bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, vê yekê ispat dike.

Plana dagirkirina Bakurê  Sûriyê û mezinkirina eniya berxwedanê

Dibe ku dewleta Tirk êrîşên dagirkirina li djî Bakurê  Sûriyê pêk bîne. Eger ev êrîş pêk were, dibe ku hevsengiyên herêm û cîhanê bi carekî de bên guhertin. Lê li Bakurê  Sûriyê di şexsê dewleta Tirk û Erdogan de derbeyek mezin li faşîzmê xistin gengaze. Gelo dê faşîzim yan jî hesreta bi hevre azad jiyankirina gelan bir serbikeve? Teqez dê berxwedana ku bê pêşxistin vê diyar bike.