Zarokên koçber ên li Kampa Koçberên Girê Spî bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk rawestînin, her wiha vegereke bi ewle ji wan re misoger bikin.
Berxwedana Rûmetê
Dewleta Tirk mal û zeviyên sivîlên Girê Spî hedef girtin
Atrêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva berê gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran kirin û di encamê de mal û zeviyên sivîlan şewitîn.
Artêşa Tirk gundewarên Girê Spî topbaran kirin
Şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên Girê Spî bi top û moşekan kirin hedef.
Li Eyn Îsa û Girê Spî bîlançoya êrîşên mehekî
Di meha Adarê de êrişên dagirkeriyê yên li dijî Eyn Îsa û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam kir. Li gorî daneyên nefermî, hêzên dagirker 18 caran êriş kir û hêzên xweparastina meşrû jî bersiv da û di pevçûnan de 9 çete hatin kuştin, balafireke bêpîlot a dewleta Tirk hate xistin, erbeyeke ku çeka doçka li ser, hate îmhakirin. Di êrişan de sivîlek û şervanekî QSD’ê jî şehîd bûn.
Fermandarekî QSD’ê: Dewleta Tirk piştî agirbesta mirovî êriş zêdetir kirin
Ji fermandarên QSD`ê yên navçeya Eyn Îsayê Macid Feyad El-Şiblî diyar kir ku hêzên wan li gorî agirbesta mirovî tev digerin lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di vê rewşa awarte de êrişên xwe dijwartir dikin.
Di encama teqîna mayina çeteyan de li Girê Spî zarokekî jiyana xwe ji dest da-hate nûkirin
Ji ber teqîna mayîna çeteyan li nêzî gundê Zanubiya yê girêdayî Girê Spî, zarokek şehîd bû û du zarok jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk li bejahiya Eyn Îsayê sivîlan dike hedef
Artêşa Tirk û çeteyên wê şêniyên gundê Fatsa yê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 hedef digirin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Erîda topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Erîda topbaran dikin.
Ji berxwedana Şêxmeqsûdê heta Berxwedana Rûmetê serpêhatiya Fedekar
Li Rojava qadên berxwedanê dişibin hev mîna ku cêwî ne. Berxwedana Şêxmeqûsdê, Efrînê, Kobanê û Serêkaniyê cêwiyên hev in. Yek ji lehengên şoreşê Rizgar Weqas jî cêwî tê dinê, dema mezin dibe xeta têkoşînê hildibêjre ji taxa Şêxmeqûsdê bigire heta herêma Serêkaniyê li hemberî dagirkeran têdikoşe.
Koçber: Artêşa Tirk raste rast sivîlan dike hedef
Koçberên gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên ji ber êrişên arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warê xwe derketine gotin: “Sedema koçberbûna me dagirkeriye. Ji bo wî jî gundên ku sivîl tê de ne dike hedef.”
Artêşa Tirk gundên Eyn Îsayê topbaran dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Dibis ê Eyn Îsayê topbaran dikin.