Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê digerin.
Berxwedana Rûmetê
Pêngaveke din ber bi tirkkirinê ve... dewreyên zimanê tirkî li Girê Spî
Dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhartina demografiyê didomîne… Li Girê Spî dewreya zimanê tirkî hate vekirin.
Êrişên dagirkeran azarên astengdaran zêdetir kirin
Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta azarên astengdaran zêde dibe. Ji aliyekî din ve rêxistinên navneteweyî yên têkildarî kar û barên mirovî karê xwe pêk naynin û alîkariyan ji wan re pêşkêş nakin. Bi tenê Rêveberiya Xweser alîkariyan pêşkêş dike.
Pêvajoya duyemîn a avakirina kampa koçberên Girê Spî destpê kir
Bi zêdebûna hejmara koçberan re Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêvajoya duyemîn a avakirina kampê dike.
Di ewlehiya navçeya Zirganê de Asayîş û HPC/HPC-JIN
Ewlehiya navçeya Zirgan û gundewarên wê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC/HPC-Jin ve tê girtin. Ev hêz li dijî dagirkeran parastinê dikin û dibêjin ku zarokên vê axê ne û wekî her carê dîsa axa xwe diparêzin.
Di topbarana dewleta Tirk de 2 sivîl birîndar bûn
Di topbaran dewleta Tirk a şevê din ku li gundê Mebuca yê Girê Spî çêbû de 2 sivîl birîndar bûn.
Şêniyên gundê Huriye: Dewleta Tirk êrişî gundên ku tê de sivîl hene dike
Şêniyên gundê Huriye yê girêdayî kantona Girê Spî yê ku îro ji gundê xwe neçarî koçberiyê bûne, got artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên ku tê de şênî hene, topbaran dikin.
Dagirker li Til Temirê li sivîlan dide- Hate Nûkirin
Leşkerên artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên navçeya Til Temirê berfireh kirin û stasyonê kehrebê kirin hedef.
Pêdiviyên dibistanê pêşkêşî kampa Girê Spî hate kirin
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê tevahiya pêdiviyên dibistanê ji kampa Girê Spî re peyda kirin.
Azarên koçberan bi dawî nabin
Ji ber şertên madî yên dijwar nikare niştergeriyek pêwîst ji keça xwe çêbike. Dayîk dibêje “Keça min bi hewcedariya niştergeriya dil û vekirina damaran e lê şertên min ên madî nahêlên em niştergeriyê jê re çêkin.”
QSD: Li bejahiya Til Temirê 4 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihand ku êrişa çeteyan a 15‘ê Sibatê ya li ser gundewarê Til Temirê hatin şikandin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.
Artêşa Tirk û çete malên sivîlan didin ber topan da ku wan neçarî koçberiyê bikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundewarên rojavayê kantona Girê Spî topbaran dikin û hildiweşînin da ku şêniyan neçarî koçberiyê bikin.