Emîra Ferhan ji koçberên Serêkaniyê ye û diyar dike ku ew hêviya vegerê dixe dilê zarokên xwe û ji bo vegera li warê xwe, li ber xwe dide.
Berxwedana Rûmetê
Şêniyên Zirganê: Êrişên hovane berdewama Komploya Navneteweyî ne
Şêniyên navçeya Zirganê helwestên xwe li dijî bêdengiya cîhanê ji hedefgirtina sivîlan re anîn ziman û got “Ev êrişên hovane berdewama Komploya Navneteweyî ne û divê êdî cîhan qîrîna Rojava bibihîze.”
Kampa Waşûkanî êdî nikare pêşwaziya koçberan bike
Hevserokê kampa Waşûkanî diyar kir ku ew êdî nikarin hejamreke zêde ya koçberan li kampê pêşwazî bikin û hewl didin koçberên nû bişînin kampa Newroz a li Dêrikê.
Koçberên nû yên li kampa Til Semin ji ber piştgiriya kêm azaran dikişînin
Ji ber kêmbûna betanî û sifincên razanê, koçberên nû ku berê xwe didin kampa Girê Spî ji neçarî li gel xizmên xwe yên li kampê radizên. Rêveberiya kampê jî bang li rêxistinên alîkariyan dike ku piştgiriya wan bikin da ku karibin hejmara mezin a malbatên koçber ku rojane berê xwe didin kampê, pêşwazî bikin.
Dagirker gundên sivîl têde dijîn û dewriyeya Rûsî dike hedef
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyande gundên El-Hoşan, El-Xalidiyê û rêya navdeweltî (M4) bi çekên giran topbaran dike. Her wiha topbaran gihîşt dewriyeya Rûsî jî.
Gundê Tewîla tê topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tewîla yê girêdayî navçeya Til Temir bi obûsan topbaran dike.
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek ji Desteya Tenduristiyê bi hevkariya Yekitiya Bijîşakan serdana kompa Waşûkanî kirin da ku rewşa koçberan ji nêz ve bişopînin û pêwîstiyên wan pêşkêş bike.
Artêşa Tirk û çeteyên wê rêya M4 û derdora Eyn Îsa topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şevê berê derdora Eyn Îsa û rêya M4 bi dijawrî topbaran kir.
QSD: Li Til Temirê 9 çeteyên dagirker hatin kuştin
QSD‘ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Til Temirê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temir hatin bersivandin, di encamê de 9 çete hatin kuştin.
Li benda vegera li mala xwe ye
Rêwîtiya koçberiyê ji Serêkaniyê dest pê kir û ew gihand bajarê Minbicê. Ya ku barê wê giran dike, hevser û zarokên wê yên astengdar in. Mîna bi hezaran şêniyan li bendê ye vegere warê xwe, helbet piştî ku dagirkerî jê derkeve.
Li Til Temirê 13 çete hatin kuştin-HATE NÛKIRIN
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên dagirkeran li eniyên gundên Til Temirê da, di encamê de 13 çete hatin kuştin û miqdareke çek û cebilxane ket destê şervanan.
Gundên Til Temirê têne topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Micêbra Şêrabî yê rojhilatê bakûrê navçeya Til Temirê topbaran dike.