Koçberê ji Serêkaniyê iddia kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Menacîr ê Serêkaniyê 14 kes, ji eşîra Begara înfaz kirine. Koçber got: “Jin, zarok, mêr li qadekî kom kirin û ew înfaz kirin.”
Berxwedana Rûmetê
Koçberên kampa Waşûkanî: Armanca dagirkeran guhertina demografiyê ye
Koçberên Kampa Weşûkanî gotin: “Armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Watanî ya Sûriyê” ji dagirkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiya herêmê ye. armanc dikin, demografiya herêmê biguherin. Em dixwazin ku çete ji warê me derkevin, da ku em vegerin warên xwe.”
Gundekî Zirganê tê topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Rabîyat ê girêdayî navçeya Zirganê bi obusan topbaran dike.
Çeteyan kêlên gorên şehîdan ên li Goristana Girê Spî hilweşandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kêlên gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya gundê Tenhoza yê bajarê Girê Spî hilweşandin.
‘Hêviya me heye ku em ê vegerin warên xwe’
Şêniyên herêma Serêkaniyê yên ku neçar man ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe koçber bibin gotin: “Tevî hemû zehmetiyan em ê li berxwebidin. Hêviya me heye ku emê li warê xwe vegerin.”
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê got dê li ser derbaskirina kêmasiyên Kampa Waşokanî bixebitin û konan zêde bikin.
Dagirker êrişî gundên Til Temirê dikin
Arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Kêf ê giredayî navçeya Til Temir topbaran dikin.
Artêşa Tirk milkê wî desteser kir û dike baregeh
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê milkê Mehmûd Hemê talan kir û niha jî li ser zeviya wî baregehekê çêdikin. Mehmûd Hemê got "Jêdera qûta malbata min veguherandin bargeheke leşkerî. Tevahiya milkên min; traktor, motor, genim û heta derî û pencereyên mala min talan kirin."
Dagirker êrişî gundê Qizelî yê Girê Spî dikin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Qizelî yê Girê Spî dikin.
Li kampa Eyn Îsa mayîne teqiya- HAT NÛKIRIN
Li kampa Eyn Îsa mayînek teqiya û di encama wê de du sivîl birîndar bûn.
Koçberên Kampa Newroz û rêwîtiya du salan
Koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di Kampa Nerwoz de dimînin gotin: “Em hêvî dikin vegerin malên xwe. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku mudexele bikin û azarên wan bidawî bikin.”
Meclisa Girê Spî alîkariya 70 hezar koçberan dike
Meclisa Kantona Girê Spî berpirsyariya tevahî koçberên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, rakiriye. Meclis karê xwe yê alîkariya koçberên ku hejmara wan 70 hezar derbas kiriye, li navçeya Eyn Îsayê pêk tîne.