Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Lêylan ê girêdayî navçeya Til Temirê ku dibin dagirkeriyê de ye bi obûs û guleyan êrişî gundê Um El-Xêr yê rojavayê navçeya Til Temir, dikin.
Berxwedana Rûmetê
Artêşa Tirk çek û cebilxane dişîne Girê Spî
Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî yê dagir kir ku artêşa Tirk a dagirker gelek çek û cebilxane ber bi navenda bajêr ve birin.
Li Til Temirê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Temirê 8 şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn.
Koçberan ji bo zarokên xwe yên astengdar banga alîkariyê dikin
Koçberên di navendên "Îwa" yên bajarê Hesekê de ji bo zarokên xwe yên astengdar banga alîkariyê li rêxistinên mirovî yên navdewletî kirin.
25 malbatên çeteyan li Til Temirê û 60 malbat jî li Serêkaniyê bi cih kirin
Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Li ser vê esasê 85 malbatên çeteyên xwe li gundewarên Til Temir û bajarê Serêkaniyê bi cih kir.
Hêzên dagirker derdora Zirganê bi dijiwarî topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî derdora navçeya Zirganê topbaran dikin.
Gundên Şera têne topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker di van kêliye de gundê Merenaz, Malikiye , Şewarxa û Kela Şewarxa yên navçeya Şera, bi dijwarî topbaran dike.
Dewleta Tirk li rojavayê Girê Spî dîwarê parçekirinê lê dike
Dewleta Tirk a dagirker ji bo herêmên kantona Girê Spî û Kobanê ji hev qut bike, dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir. Ev yek jî niyeta wê ya dagirkirinê diyar dike.
Balafirên keşfê li ser Eyn Îsayê digerin
Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser asîmanê navçeya Eyn Îsayê, digerin.
Li Şedadê xwendekarên koçber amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin
Xwendekarên koçberên ên li Şedadê piştî belgeyên xwe tomar kirin û rêbazên dibistanan li navçeya Şedadê bi dawî kirin, dibistan amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin.
Şêniya ku mala wê hatiye topbaran kirin: Êz ê dîsa ava bikim
Encama êrişên hovanê li ser sivîl û malên wan ziyanên mezin pêk hatine. Yek ji şêniyên Um El Kêf yê girêdayî navçeya Til Temir Fatma Ehmed ku mala wê ziyanên mezin girtinê diyar kir ku bi êrişan berxwedana wan nasikinê û diyar kir ku çiqas dagirker xerab bikin ew ê dîsa ava bikin.
Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker berdewam in
Macid Temo yek ji şêniyên ku dewleta Tirk a dagirker ew ji warê wî yanî ji Serêkaniyê koçber kirî ye. Temo got: “Dîmenek hat ji min re. Di dîmen de artêşa Tirk mala min xirab dikin.”