Navenda Ragihandina QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana 21-24 Çileyê li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê
Berxwedana Rûmetê
Zilfa du caran bi koçberiyê re rû bi rû maye
Xwedan serpêhatiyek cuda ye. Carekê ji ber çeteyên DAIŞ`ê û carekê ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê koçber dibe.
Koçber di berxwedana xwe de bi israr in û banga derxistina çeteyan dikin
Şêniyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji warên xwe hatine koçberkirin, gotin: “Çeteyên artêşa Tirk mal û milkên me wêran kirin. Em ê jî li beranberê vê yekê berxwedana xwe dewam bikin.”
Balafirên şer ên Tirkiyê li asîmana Til Temirê digerin
Di van kêliyan de balafirên şer ên dewleta Tirk li asîmana Til Temir digerin.
`Em ê te bikujin û kuştina te bixin stûyê QSD`ê`
Yesir Seyid Ehmed ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ye. Ehmed got: “Ez ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve bi hinceta danûstandina bi QSD`ê girtim. Îşkence li min kirin. Çeteyan ji min re gotin, ‘em ê te bibin eniyan û li wir te bikujin. Em ê kuştina te jî bikin stûyê QSD`ê."
Hezar û 500 malbatên çeteyan li Serêkaniyê bi cih kirin
Guhertina demografiyê li Serêkaniyê bi bicihkirina malbatên çeteyan didome. Duh jî ji Ceylanpinarê hezar û 500 malbatên çeteyan anîn û li Serêkaniyê bi cih kirin.
Artêşa Tirk û çete li Eyn Îsayê depoyên genim topbaran dikin
Artêşa Tirk û çeteyên wê depoyên genim ên li ser rêya M4 ên li nêzî Eyn Îsayê topbaran dikin.
Koçberek ji Serêkaniyê bû şahidê hovantirîn sûcên dagirkeriyê
Roj bi roj sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dibin. Her roj çîrokên qurbaniyên kesên ku îdia kirin ew Şoreşgerên Sûriyê ne derdikevin holê. Ew şoreşgerên ku xwe kirin koleyê dagirkerî û tenê gelê Sûriyê berdêla wê koletiyê dide.
Yên ku ji dewleta Tirk bawer dikin, poşman dibin
Qûta wî dizîn, bavê wî revandin û li beramberî serbestberdana wî 5 milyon lîreyên Sûriyê xwestin. Tevî wê jî dayîka wî tehdîd dikin. Ev serpêhatî ya şêniyê bi navê Casim El-Mihemed e, ku ew jî wek gelek koçberên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xapandin.
Fermandar Xabûr Akad: Êriş zêde bûne lê em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin
Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Til Temirê anî ziman ku êriş zêde bûne û li gundên di bin dagirkeriyê de amadekariya dagirkirina herêmên nû heye lê belê dê nehêlin herêmên nû werin dagirkirin û berxwedana wan didome.
Li Eyn Îsayê hezar koçber bi cih bûne, meclisa herêmî banga alîkariyê kir
Li gorî belgeyên Meclisa Navçeya Eyn Îsayê di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Girê Spî û dagirkirina bajar de heta niha hezar şêniyan xwe spartiye navçeyê.
Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Um El-Keyf yê girêdayî navçeya Til Temir, berdewam e. Şêniyên gund ragihandin berxwedana wan li hemberî dagirkeran dewam dike û ew ji malên xwe dernakevin.