Pêkhateyên Til Temirê ji bo guhertina demografiya herêmê çi dibêjin?

Dagirkerî, talan, dizî, koçberî, qetlîam û tecawiz û bi ser de jî demografiya herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de tê guherandin. Pêkhateyên ku li navçeya Til Temirê dijîn, helwestên xwe li dijî guhertina demografiyê anîn ziman û diyar kir ku ji bo çeteyan herêm tên avakirin.

​​​​​​​Zilma çeteyên Tirk û azarên gel ên ji destê wan

Şêniyekî ji Serêkaniyê yê ku ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûye, got “Hevser û zarokên min vegeriyan Serêkaniyê. Ji bo ez herim wir, kurê min girtin û zext li hevsera min kirin. Ji wan re gotin ev mal ne ya we ye û tiştekî we tê de tune ye.”

Êrişên dewleta Tirk berdewam in, hejmara koçberan zêde dibe

Êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Ji ber vê yekê jî her ku diçe hêjmara koçberan zêde dibe. Yek ji van kampên ku tijî koçber bûne kampa Mehmûdiyê ya nêzî herêma Tebqayê.

Êş û azara koçberan

Êş û azara koçberiyê ne beşe, îca astengdariya zarokên wan jî êşa wan dike du qat. Yek ji van serpêhatiyan jî serpêhatiya Xedîca Yunis e.