Kongra Star: 8'ê Adarê rastiya jina azad e

Kongra Star bi boneya 8'ê Adarê tevahî têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û got:  "Ji bo pêkanîna rastiya dîrokî ya Roja Jinan a Cîhanê ku rastiya jina azad e, têkoşîneke xurt pêwîst dike ku em her seaet û her kêlî rastiya 8'ê Adarê bijîn."

Jinên cîhanê çawa 8`ê Adarê pîroz kirin?

Bi sed hezeran jinên li cîhanê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û girîngî, rola wan a aktîf di civakê de ji serdemê berê heta roja îro, bi bîr anîn.

Jinên Til Temir û Zirganê 8'ê Adarê pîroz kir

Jinên navçeyên Til Temir û Zirganê ê bi diruşma "Em li vir in û azadî li vir e, em li vir in, aştî, hezkirin û yasmîn li vir e", Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Ji şahiya 8`ê Adarê ya Helebê banga xurtkirina têkoşînê

Di axaftinên ku di şahiya pîrozbahiya 8'ê Adarê ya Helebê de hate kirin, hate gotin ku pêwîst e têkoşîna jinan li ser asta cîhanê zindî bimîne û fikirên wekheviyê li ser bingeha temambûnê bi aliyê din re werin rûniştandin. Her wiha bang xurtkirina têkoşînê ji bo parastina jinên Sûriyê hate kirin.