Şoreşa jinan li cîhanê deng veda

Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ya bi serkêşiya jinan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xwexilaskirina ji zîhniyeta ku azadiya wan asteng kiribû, gavên mezin avêtin. Jinan di demeke kurt de sîstema xwe ya demokratîk û meclisên xwe yên xweser ava bikin.

19‘ê Tîrmehê… şoreşê rewşa herêmê guherand

Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, li Kobanê bi raperînên li dijî rejîma Sûriyê destpê kir û ev raperîn li hemû herêmên Rojava belav bû. Di wê demê de hêzên ji derve ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê kirin, lê gelê Rojava li hemberî hemû planên desthilatdaran xeta sêyem parastin û bi berxwedana xwe li cîhanê deng vedan.

Girê Spî piştî 4 salan

Girê Spî ya herêma Firatê ji paşguhkirinê veguherî navenda bi hezaran terorîstên ji gelek deverên cîhanê hatine û mîrateya şaristaniyê talan kirin û dîroka bi sedan salan a jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan derbe kirin. Xêra û bêra wê dizîn, mizgeft, dêr û keleh wêran kirin. Ev 4 sal e Girê Spî hatiye rizgarkirin û di bin banê Rêveberiya Xweser de bûye modeleke jiyana hevbeş û aştiya navxweyî.

Qonax û detayên bandora cezayên DYA`yê yên li ser Îranê

Di salên dawîn de li herêmê şoreş û aloziyên hundirîn rû dan. Di encamê de guhertinên bingehîn tevî tevliheviyê li herêmê çêbûn. Vê jî zemînek ji hindek dewletên herêmî re li Rojhilata Navîn çêkir da ku serweriya xwe li herêmê berfireh bikin an jî dewletên mezin û herêmî li ser parvekirina berjewendiyan di nava nakokiyan de ne.

Nexweşiya Osmaniyan derbasî Afrîkayê dibe, gelo dê terora wan li vir têk biçe?– 2

Hikumeta AKP‘ê ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên dagirkirina Afrîkayê dixebite mîna ku li Sûriyê û Iraqê kiriye ku hin deverên wê xistine bin kontrola xwe. Li ser vê yekê alavên nazik û stratejîk ku çavdêr navê "veşartî" lê dikin, bi kar tînin da ku atmosfereke bihêz ava bikin ku karibin bi rêya wê dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Keseb û Idlib... mezintirîn sûcên Tirkiyê û çeteyên wê li Sûriyê - 1

Dewleta Tirk bi desteka rêxistinên ku tevahiya cîhanê wan wekterorîst dibîne, karîbû wêneyê civakî û çandî yê gelê Sûriyê li gelek deveran reş bike. Ew hîna jî hewldanan dike da ku herêmên din jî di vê guhertinê re derbas bike. Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser herêma "Keseb" a li berava Sûriyê û parêzgeha Idlibê ku her du jî dikevin ser sînorê Tirkiyê. Her wiha mezintirîn sûcên şer ku Tirkiye û çeteyên xwe li dijî civakên oldar pêk anîne, eşkere bikin.

Di navbera berjewendiyên herêmî û navdewletî de 7 salên dijwar ên Sûriyê - 2

Di çend salên dawîn ên aloziya Sûriyê de, êdî berjewendiyên hêzên ku destwerdana Sûriyê kirine, dijberî hev tên. Êdî rejîm bû girêdayî Rûsya û Îranê, muxalefet jî bû alava di destê Tirkiyê de û Tirkiye jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe rizgar kirin û terora ku bûbû belaya serê cîhanê, têk birin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê lihevhatinên Încîrlîkê pêk anîn Tirkyê jî binpê kirin

Tirkiyê der barê Minbicê de lihevhatina ku li baregeha Încîrlîkê pêk hatibû, binpê kir, anku lihevhatina navdewletî ya der barê pêşeroja bajêr û rêveberiya wê de binpê kir. Ji aliyê xwe ve Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk li gorî lihevhatin û hevpeymanên di navbera hêzên hevpeymanê û Tirkiyê de tev geriyan.

Bi berxwedan û birêxistinbûnê nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin - 4

Welatiyên Efrînê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di pêvajoya berxwedana Efrînê de têkoşîn û berxwedaneke bêhempa nîşan da, mêtingerî û dagirkeriya Tirkiyê nepejirandin û rêya berxwedanê hilbijart. Li her devereke kantona Şehbayê xwe bi rêxistin kirin, nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin, di hundirê Efrînê de jî berxwedan dewam dike.

Hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê - 3

Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi sedan welatî kuştin, nêzî 3 hezar jî revandin. Çarenûsa 850 kesan ji wan ne diyar e. Berhemên çandiniyê yên zeytûn û tirî dizîn, jin revandin û dest avêtin wan. Dest avêtin milkên welatiyan û koçber kirin, demografyaya herêmê guhertin û çete û malbatên wan anîn herêmê.

Di 58 rojan de li dijî dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa - 2

Gelê Kurd di hemû pêvajoyên dîrokê de li ber xwe daye û serê xwe li hember dagirkeran netewandiye. Ev dîroka berxwedanê ya gelê Kurd li Efrînê dîsa dubare bû. Gelên herêmê 58 rojan li dijî dagirkeran li ber xwe da û navê vê berxwedanê bû “Berxwedana Serdemê”.