15'ê Îlonê çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êriş li ser bajarê Kobanê dan destpêkirin. Lê berxwedana ku li Kobanê hate raberkirin bû destpêka têkçûna DAIŞ û planên Tirkiyê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide tiştên ku DAIŞ'ê pêk neanye, pêk bîne.
DOSYA
Eniya Sûriya ya Rizgariyê sîwana nû ya komên çete ye
Li gel sûc û aloziyên li herêmên dagirkirî, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina navên komên çete berdewam dikin. Çalakvanekî siyasî dibêje "Dewleta Tirk hewl de komên li bakurê Sûriyê tev li Heyet Terhrîr Şam bike û komeke leşkerî ya yekgirtî li tevahî herêmên ku dagirkirine ava bike."
Xeta xiyanetê ya domdar a PDK’ê
Diyardeya xiyanetê ku di dîrokê de di nava gelek civakan de pêk hatiye, li Başûre Kurdistanê jî di xeta PDK'ê de pêk tê. Rêber Abdullah Ocalan têkildarî PDK’ê dibêje “Piştî salên 1990’î Kurdên ku bi Gladioyê re tev digerîn, li ser bingeha tesfiyekirina PKK’ê avakirina Dewleta Federal û Kurdan ji hesabên hegemon ne dûr e.”
Ewropa ji penaberên Efgan bi tirs e.. Erdogan hewl dide li Ewrasyayê serwer be
Helwestên welatên Ewropayê li hemberî aloziya penaberên Efganistanê ji hev cuda bûn. Tê pêşbînkirin ku di pêşeroja nêz de alozî kûrtir bibe. Her wiha metirsî ji şantajên dewleta Tirk û hewldanên wê yên belavbûna li Ewrasyayê, hene.
Heke projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were dê çi bibe?
Rêber Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya li ser şerên li Rojhilata Navîn de dibêje "Rastiyek heye, destnîşan dike ku li herêma Rojhilata Navîn şerekî cîhanê yê sêyemîn heye. Lê ev şer bi taybetmendiyên xwe yên leşkerî û siyaseta klasîk, cuda ye."
Planên dewleta Tirk ên parçekirina xaka Sûriyê berdewam in
Dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê di Tebaxa 2016'an de ji bajarê Cerablusê dest pê kir. Paşê bajarên din dagir kirin û hewl dide qada dgirkeriya xwe berfireh bike. Çawa Enqere helwesta navneteweyî û sûrî bi kar anîn da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û dê çawa sînorek ji zêdegaviyên wê re were dayîn?
Desteserkirina Efganistanê sînaroyeke plankirî û şanoyeke ku bi dawî nebûye
Piştî 20 salan Tevgera Talîban careke din dest datîne ser Efganistanê. Şîrovekarê siyasî û lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehî diyar kir ku desteserkirina desthilata Efganistanê ji aliyê Talîbanan ve ne derbeyeke bû, lê şanoyeke ku plana wê li Dewhayê hatibû kirin.
Dijber li Iraqê li hev dicivin; gelo dê çi nîqaş bikin?
Hikumeta Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî dê di dawiya Tebaxê de bi beşdariya welatên cîran û hin dewletên din civîneke ewlekarî û aborî li dar bixe. Gelo armanc ji vê civînê çi ye û encamên ku dikare bi xwe re bîne, çi ne?
Rêber Ocalan: 15’ê Tebaxê gel ji bo rizgariya neteweyî ji nû ve rabû ser xwe
Rêber Abdullah Ocalan; “Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêkê de wekî îro bi tenê bi aliyê xwe yê leşkerî ve sînordar nedihate nirxandin. Armanc jê ew bû ku nasnameya kurdî bide ragihandin ku hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin.”
Matay Hena: Em ji bo parastina gelê xwe fedayî ne
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Til Temirê dan.