​​​​​​​Ji dema serxwebûna Sûriyê heta Partiya Baasê Kurd

Li dijî gelê Kurd ê li Sûriyê gelek planên ji bo qirkirina siyasî û civakî hatin kirin. Ya herî sereke di pêvajoya serdestiya Partiya Baasê de bû ku heta niha li welat hikum dike. Lê nêzîkatiyên vê partiyê li hemeberî Kurdan di dema Hafiz El Esed û kurê wî Beşar Esed de ji hev cuda bûn.

​​​​​​​Siwêda; hewldanên xweseriyê rastî çewisandin û zordestiyê tên

Hevgirtina civakî, çandî û siyasî ya şêniyên Siwêdayê û hêza wan a rêvebirina kar û barên xwe, her wiha dîroka wan a bi lehengiya li dijî hêzên dagirker tijî, hişt ku sîstemên kapîtalîst û dîktator ên ji nenavendîbûnê ditirsin li dijî Siwêdayê operasyonên çewisandinê pêk bînin û fitneyê di nava wan de derxin. Nexasim piştî derketina aloziya Sûriyê ku şêniyên Siwêdayê tê de nebûn alîgirên aliyên şer.

Geliyê Şehîdan ê Barê; cihê parastin û berxwedanê

Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Şengalê, li kêleka komkujiyan cihên pîroz ên êzidiyan jî kirin hedef û teqandin. Lê bi berxwedana gerîla û şervanan, tola komkujiya DAIŞ’ê hate hilandin.

​​​​​​​Şerê berjewendiyan: Li Sûriyeyê bikaranîna El-Qaîde-2

''Rêxistina El-Qaîde'', siyasetên hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Qeterê bi kar anîn da ku tevgera xwe li Sûriyê firehtir bike û hewl bide xwe di bin navên cuda de veşêre. Gelo şert û mercên ku hiştin El-Qaîde li Sûriyê fireh bibe çi ne? Armancên vê rêxistinê di pêşerojê de çi ne?

​​​​​​​Şerê berjewendiyê: Li Sûriyeyê bikaranîna El-Qaîde-1

Dîroka damezirandina El-Qaîde vedigere qonaxê şerê navxweyî yê di navbera her du hêzên cîhanî (DYA û Yekitiya Sovyet) de, gelo şert û mercên ku hiştine ev rêxistin ava bibin çi ne? Gelo nakokiya navneteweyî û şerên li herêmê, aloziya siyasî ya li Rojhilata Navîn çawa bandor li firehbûnê vê rêxistinê kirin?