Digel paşguhkirina hovîtiya dewleta Tirk li dijî kantona Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê civatên navneteweyî ve, dewleta Tirk armanc dike ku tola DAIŞ`ê hilîne û sembola berxwedanê ya cîhanê têk bibe.
DOSYA
Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome – 4
4 sal di ser dagirkirina kantona Efrînê re derbas bûn, lê hîna jî êrişên li dijî kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne, berdewam dikin. Şêniyên Efrînê li dijî hêzên hegemon berxwedaneke bêhempa raber dikin.
Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome – 2
Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirin û tunekirina nasnameya efrînî didomîne. Piştî koçberkirina şêniyên resen, bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, wêrankirina şûnwaran, Efrîn kir navenda bermaheyên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusrayê. Berxwedanê jî rûyê rastîn ê dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.
Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome – 1
Beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê, şertûmercên siyasî rê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku hovîtiyeke layîqî dîroka xwe ya xwîndar pêk bîne. Ruxmî ku berjewendiyên hêzên navneteweyî û herêmê ne wek hev bûn, lê ji bo pêkanîna yek armancê; tunekirina projeya demokratîk a li ser erdîngariyekê ya kevna zêrîn li hev kirin.
Aloziya aborî ya li Tirkiyê bandorê li herêmên dagirkirî dike
Ji ber hilweşîna lîreya Tirkiyê, li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, aloziyeke aborî û debarê heye. Rojnamevan Ehmed Mihemed got, ev herêmê girêdayî rejîma Erdogan a hilweşiyayî ne û rewş ber bi teqandinekê ve diçe.
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Li Kampa Holê îsal 126 sûcên qetilkirinê, 41 hewldanên qetilkirinê ku di encamên kesên hedefgirtî birîndar bûn û 13 kon hatin şewitandin. Ruxmî hewldanên hêzên ewlehiyê lê şaneyên DAIŞ`ê dîsa li herêmê çalak bûne.
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Piştî 73 salan ji ragihandina Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, NY bendên Danezana Mafên Mirovan bi cih nayne, heta yek ji xurtirîn rêxistinên xwe yên di cîhanê de "Konseya Ewlehiyê" ji bo parastina sûriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar nake.
Malbatên çeteyên Roj bang li zarokên xwe dikin; nebin amûra qirkirina Kurdan - 9
Malbatên çeteyên Roj diyar kirin ku qaşo çeteyên Roj ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin ava bûn, tu carî li dijî çeteyan şer nekir lê li dijî gerîla tevî dewleta Tirk a dagirker şer kir. Malbatan bang li zarokên xwe kir çekên xwe deynin û vegerin ser axa xwe.
Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-8
Hin malbatên çeteyên Roj anî ziman ku ENKS bi xwe bi Tirkan ve girêdayî ne û zarokên wan jî ji bo dewleta Tirk bi kar tînin.
Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-7
“Yê ku hevkariyê bi Tirkiyê re dike, lawê min be jî, xayîn e”, bi van gotinan malbatên çeteyên Roj mixabiniya xwe li ser beşdarbûna zarokên wan di êrişên li dijî HPG`ê de anîn ziman û dan xuyakirin ku ev xiyanet wan pir diêşîne.
Malbatên çeteyên Roj bang li zarokên xwe dikin; nebin amûra qirkirina Kurdan -6
Şahîn Mihemed ku zarokekî wî di nava çeteyên Roj de ye, bang li zarokê xwe û endamên çeteyên Roj kir û got, "We navê xwe kiriye Pêşmergeyên Roj, lê hûn ji Rojava û kurdîniyê dûr in. Werin li ser axa xwe li dijî dijminê rast şer bikin."
Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-5
Birayên çeteyê Roj yê bi navê Ibrahîm Silê, dibejin ku di destê birayê wan de çek hebe nebe ne girînge, di encam de ew çeteyê Roj e ku ji bo wan jî dijmin e. Malbat daxwaz kir ku hemû çeteyên Roj xwe kom bikin û vegerin mala xwe.