Helbestvanê ji Filistînê Mehmûd Derwîş dibêje: "Dipirse: wateya peyva welat çi ye? Wê bibêjin: mal, dara tûyê, pînika mirîşkan, qendîla mêşên hingiv, bêhna nan û asîmanê yekemîn e.. û dipirse: Ma gelo peyvek ji 3 tîpan têra van hemû gotinan dike û me pê asteng dike?
DOSYA
Bîlançoya 20 salan a AKP'ê û kujerên zarokan-1
Di dema hikumeta AKP-Erdogan de bi awayekî aktîf li dijî zarokên Kurd polîtîkayeke komkujiyê ya hat meşandin. Her raporeke li ser van komkujiyan, belgeyeke sûcan e. Pirsa girîng ew e ku hikumeta AKP'ê ya ku zarokên Kurd qetil dike, dê kengî û çawa bê darizandin?
Hêza ku yekitiya xaka Sûriyê û gelê wê diparêze, QSD’ê ye
QSD'ê ku li ser bingehê parastina rewa, rêgezên nîştimanî û peymanên navneteweyî yên girêdayî şer tev digire, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan rizgar kirin û têkoşîna li dijî dagirkeran û şaneyên çeteyan didomîne. Rûspî û siyasetmedar hêvî dikin ku ev hêz bibe bingehek ji hemû hêzên leşkerî yên nîştimanî re.
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî-3
Piştî du salan ji dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriya Tirk ve, êdî ev bajar bûne navendên komên çete û belavkirina fikrê tundraw. Li wan herdu bajaran çeteyên DAIŞ’ê hene. Ruxmî sûc û terora li wan deveran bertekên şêniyan li dijî dagirkerî û çeteyên wê roj bi roj zêdetir dibin. Gelo çarenûsa van herêmên dagirkirî çi ye? dê gelê Sûriyê çawa karibe wan herêman vegerînin?
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî-2
Piştî du salan ji dagiririna Serêkaniyê û Girê Spî ku dagirker û çeteyan ji bo tirsandina şêniyên herdu herêman, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina kesên din li şûna wan, rêbazên sîstematîk bikar anîn. Muxalîfê Sûrî Fîras Qesas dibêje, dewleta Tirk li dijî kurdan asîmîlekirina çandî bi kar tîne û dixwaze Sûriyê li gorî berjewendî û çavnebariya xwe ava bike.
Ji nirxandinên Rêber Ocalan detayên komploya navneteweyî-2
Rêber Abdullah Ocalan: “Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsalekî din dewam bike kûr bikin.”
Rêber Ocalan: Sîstema di zordestî û îstîsmarê de sînoran nas nake - 1
Rêber Abdullah Ocalan derbarê komploya navneteweyî de ku 1998`an li dijî wî pêk hat dibejê: “Pêvajo ji serî heta binî ji aliyê Îsraîl-DYA-YE û Rûsya Sovyetê ya ji hevketî hatiye afirandin.”
Di salvegera destwerdanê de Sûriye û ‘tevliheviya afirîner’ a Rûsyayê
Hêzên hegemonîk ji bo ku herêma Rojhilata Navîn kontrol bikin siyaseta ‘tevliheviya afirîner’ lê belav dikin. Rûsya her tim êrişî rola DYA`yê ya li herêmê dike û wê bi wêrankirin, belavkirina tevlihevî û terorê tawanbar dike. Lê ji bîr dike ku heman tevliheviyê bi xwe jî li herêmê pêk tîne.
Mîna kevirên domîno..rêxistinên îslama siyasî yek li dû yekê dikeve
Dema dawîn, dema hilweşîna Îslama siyasî û rêxistinên Îxwan Muslimîn bû, bi taybetî li Rojhilata Navîn ji Misir û Sûdanê û heta Tûnis û Mexribê. Pêşbînî hene ku ev hilweşîn wê bigihije hemêzkerê sereka ya vê şepelê anku Tirkiye. Çima Îslama siyasî hilweşiya? Di navbera hilweşîna li Rojhilata Navîn û geşbûna li Asyaya Navîn de têkiliyeke çawa heye?
ENKS; palpişta dewleta Tirk û çeteyên wê
ENKS ji destpêka şoreşa Rojava ve bi dijminan re dixebite û bi nirxên neteweyî yên gelê Kurd dilîze û ji dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî re bûye palpişt.