Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin

Koçberên ku îro li herêmên xwe yên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê vegeriyane kêfxweşiya xwe ya vegera li cih û warê xwe anîn ziman û destnîşan kir ku tevî astengiyan û kêmbûna xizmetguzariyên esasî li herêmên wan jî kêfxweşiya wan nayê wesifkirin.

Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
Koçberên ku vedigerin warê xwe: Kêfxweşiya me nayê wesifkirin
12 mijdar, 2026   11:21
HESEKÊ

Hejmarek ji kesên ku vegeriyane herêmên girêdayî Serêkaniyê kêfxweşiya xwe ya vegera li warê xwe anî ziman û dan zanîn ku tevî hebûna astengî û zehmetiyên ku li pêşiya wan e, hestên wan ê xweş nayê wesifkirin.

Wedha El Bazo diyar kir ku hestên wan zehmete bê ziman û wiha got: “Em bi vegera warê xwe ya piştî bi salan jiyîna di bin konan de kêfxweş in.”

Wedhayê hêvî kir ku hemû şêniyên ku niha di kampan de jî di demeke herî nêz de vegerin malên xwe.

Mihemed Derbo jî destnîşan kir ku tişta tê xuyakirin di dema heyî de rewş baş e, lê astengiya herî mezin di dema gihandina gundê de ye, xizmetguzariyên esasî tune ne û wiha berdewam kir: “Ji ber nebûna xizmetguzariyên weke kehrebe û avê, madeyên xwegermkirinê zehmetiyên mezin li pêşberî me ne, ew barê me yê jiyanê zêde dike.”

Xerma El Hemed kêfxweşiya xwe ya bi vegerê anî ziman, da zanîn ku kêfxweşiya wê nayê wesifkirin û got: “Em destekdayîna her kesê di salên koçberiyê de spas dikin, em îro rûpela jiyana di bin konan de borî dibînin û li mala û xelkên xwe vedigerin, em hêvî dikin hemû koçberên ku di bin konan de dibînin, vegerin xaka xwe.”

Îro karwanekî nû yê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk tê, ber bi gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê bi rê ketibû.

(sb)

ANHA