Koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegere ewle kir

Tevî wêraniya malên wan koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegera ewle dikin û dan zanîn ku kevinbûna konan, barîna baranê û nebûna destekdayînê zehmetiyên wan zêdetir kirine.

Koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegere ewle kir
Koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegere ewle kir
2 mijdar, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Zehmetiyên koçberên li kampa Serêkaniyê ya li taxa Telai ya rojhilatê bajarê Hesekê bi guhertina rewşa hewayê û barîna baranê zêde dibin. Ev yek zirar da konan û  zehmetiyên jiyanê ji ber nebûna destekdayînê zêdetir kirin.

Koçberan bi daxwaza vegera ewle ya li gundên xwe ve girêdayî ne, tevî wêraniya heyî, hêviya bidawîkirina van salên koçberiyê dijîn.

Mehmûd El Ebdullah ji gundewarê Zirganê ye û li kampê dimîne rewşa malbata xwe bi talaniyê nîşan da û got: “Baran dawî hişt ku em zehmetiyên mezin bibînin. Rê hatin girtin em ji pêdiviyên jiyanê jî qut bûn.”

Mehmûd El Ebdullah daxwaza vegera li warê xwe kir û ev  li gotinên xwe zêde kirin: “Em destekdayînê naxwazin, tişta em dixwazin tevî wêraniyê jî vegera li mala xwe ye, em jiyana li koxekê li gundê xwe nadin bi mayîna li kampê.”

JI BER KEVINBÛNA KONAN ODEYÊN AXÎ SERERAST DIKIN

Li kampê malbata Necme Mehbûb a ji gundewarê Zirganê odeya xwe ya ku ji axê çêkiriye sererast dike, odeya ku çêkiribû ji ber barîna baranê zirar dît. Necme got: “Malên me wêran bûn, li vir jî em nikarin bimînin, em tenê zehmetiyan dibînin. Malbat ji ber kevinbûna kon berê xwe daye sererastkirina odeyê.”

Necme wiha anî ziman: “Di hundirê konan de ji me re dibêjin derketina karwanan hate taloqkirin, em jî nizanin çibikin.” Necme daxwaz kir ku ji bo vegerê çareseriyek were danîn, kon jî nema jiyan lê dibin.

TEVÎ WÊRANIYÊ DAXWAZÊN VEGERÊ

Koçbera bi navê Şaha Xilêf destnîşan kir ku ava baranê derbasî konan bû, destek jî nehate dîtin, ev hiştiye ku êdî jiyana li bin konan nema bê debarkirin, heke bi vî awayî berdewam kir, ew ê rewşa wan pir xerab bibe.

Şaha Xilêf got: “Ji ber şerê li herêmê malên me wêran bûn, lê em dixwazin vegerin gundên xwe, bila ji bo me kon werin dayîn ji bo ku em konên xwe li ser kavilên malên xwe deynin.”

(sb)

ANHA