Komeleya Newroz pirsgirekên Kurdên Lubnanê birin Parlamentoya Ewropayê

Komeleya Newroz pirsgirêkên Kurdên li Lubnanê û zehmetiyên kesên "di bin lêkolînê de" birin rojeva civîna li Parlamentoya Ewropayê.

Komeleya Newroz pirsgirekên Kurdên Lubnanê birin Parlamentoya Ewropayê
26 mijdar, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê ya li Lubnanê Hanan Osman, beşdarî civîneke li Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê bû. 

Li gorî komîteya ragihandinê ya komeleyê, ev civîn ji bo gotûbêjkirina rewşa Kurdan li Lubnanê û zehmetiyên ku ew di bidestxistina mafên xwe yên sivîl û yasayî de bi wan re rû bi rû dimînin, hatibû lidarxistin.

Di civînê de, Hanan Osman der barê hebûna Kurdan a li Lubnanê de, agahî dan, behsa zehmetiyên sereke yên yasayî û civakî yên ku civaka Kurd bi wan re rû bi rû dimîne, her wiha bandora van pirsgirêkan li ser jiyana wan a rojane û mafên wan ên bingehîn kir.

Hanan Osman bal kişand ser rewşa kesên ku di statuya "di bin lêkolînê de" (qayd el dars) de ku dibe sedema gelek astengî û zehmetiyên yasayî û mirovî û diyar kir ku pêwîst e çareserî were dîtin, mafên bingehîn ên van kesan misoger bibin û derfetên wan ên bidestxistina naskirina yasayî û sivîl zêde bibin.

Her wiha xwest rewşa Kurdên li Lubnanê bikeve rojeva saziyên Ewropayê û forumên ku bi mafên mirovan re mijûl dibin. Hanan Osman bang kir ku piştgirî ji bo daxwazên armanca wan bidestxistina wekheviyê, misogerkirina naskirina mafên sivîl û yasayî, xurtkirina prensîbên hemwelatîbûnê were dayîn.

Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê ji bo şopandina rewşa Kurdan li Lubnanê, agahdarkirina saziyên navneteweyî der barê pirsgirêk û daxwazên wan de û xebata ji bo gihandina dengê wan, di nava hewldanan de ye.