Lêkolîner Tariq Wehbî: Pêşketinên li herêmê dibe ku hevsengiya hêzê ya li Yemenê biguherînin

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî got di encama pêşketinên li herêmê û bi taybet şerê di navbera Îran û DYA`yê de Hûsî hewl didin peravên rojava û herêma Bab El Mendeb kontrol bikin lê dibe ku hevsengiya hêzê ya li Yemenê biguhere.

Lêkolîner Tariq Wehbî: Pêşketinên li herêmê dibe ku hevsengiya hêzê ya li Yemenê biguherînin
23 îlon, 2026   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî têkildarî pêşketinên li herêmê diqewimin û bi taybet tevgerên Hûsiyan, ji ANHA`yê re axivî.

Tariq Wehbî ji mijara hewldanên Hûsiyan dest pê kir û got: "Heke mirov li têkiliya Îran û Hûsiyan binêre dibe ku mirov texmîn bike ku dê Hûsî bikevin nava tevgerê. Piştî ku Îranê nema moşek avêtin, Hûsî li Yemenê ketin nava tevgerê. Parçebûyîna li Yemenê didome û hîna nakokî di navbera dewletên Kendavê de, bi taybet Erebistana Siûdî û Îmaratê de didome û her du jî bi rêya hevkarên xwe destwerdana Yemenê dikin. Her wiha Îran ji bo zexta li ser xwe kêm bike dem diyar dike da ku Hûsî bikevin nava tevgerê. Di aliyê manewî û leşkerî de bi Hûsiyan re dibe alîkar. Hûsiyan bi rêya çalakiyên leşkerî hewl da ji perava rojava ya Yemenê heya Deryaya Sor û tengava Bab El Mendeb bixin bin kontrola xwe. Piştre jî tevgerkirina xwe ya leşkerî ber bi Erebistana Siûdî ve dirêj bikin. Bi dron û moşekan paytexta Erebistana Siûdî Riyad û Cîde bombebaran kirin. Hûsî dixwazin zexta li ser Îranê kêm bikin, lê ev tevgerkirina Hûsiyan dibe ku derî li pêşiya Trump veke, bi navê dawî li Hûsiyan bîne, tevgera li Bab El Mendeb nesekine û ji bo petrola Yemenê peyman were îmzekirin, Yemenê dagir bike."

Ji bo rewşa Îranê jî Wehbî got: "Îran gelekî zehmetê dibîne lê têk neçû. Hizbullah li Lubnanê, Hûsî li Yemenê, Heşdî Şabî û komên çekdar ên li Iraqê zexta li ser Îranê kêm dikin. Dibe ku dosyaya Yemenê girantir bibe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hember Hûsiyan derketin û ji Îranê hêsantir dibe ku dawî li Hûsiyan û yên girêdayî wê bînin."

Wehbî rewşa dewletên Kendavê jî nirxand û got: "Konseya Hevkariya Kendavê hinekî bi nakokiyên di navbera Erebistana Siûdî û Îmaratê ve mijûl bûye lê her kes li hemberî Îran û Hûsiyan baldar e, ji ber ku ew ne tenê ziyanê didin dewletekê, ew li ser ewlehiya herêmê xetere ne. Pêşketinên li herêmê diqewimin dibe ku hevsengiya hêzên li Yemenê bide guhertin. Di pêvajoya pêş de belkî dewletên Kendavê û DYA destwerdana Yemenê bikin û ew Yemenê bi rê ve bibin."

(np)

ANHA