Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin

Rêyên Çilaxa û gundewarên wê êdî xira bûne û pêdiviya wan bi sererastkirinê heye. Êdî çûyîn û hatin, bi taybet dema baran dibare, gelekî zehmet bûye.

Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
Li Çilaxayê daxwaza çêkirina rê dikin
5 mijdar, 2026   04:43
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li Çilaxayê û gundewarên wê di baranê de ji bo şêniyan zehmet e ku biçin û werin. Rê xirabe ne, çal û kort tijî av dibin û bandorê li tevgera şêniyan dike.

Şaredariya Gel a Çilaxayê nikare pirsgirêka rê çareser bike. Piştî ku sazî entegreyî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bûn budçeya wê têre nekir ku rêyan sererast bike. Şaredariya Çilaxayê bi tenê rêya giştî ya bajêr zift kir û li gundê Şibik şebekeya kanalîzasyonê bi dirêjahiya 400 metre danî.

Her wiha li Çilaxayê miqdara ziftê jî kêm e û têre nake ku rêyên Çilaxayê û gundewarên wê zift bikin.

ŞÊNÎ DAXWAZA ÇARESERIYÊ DIKIN

Hisên Ebas Ekaş daxwaz ji aliyên têkildar û şaredariyê kir ku pirsgirêkê zû çareser bikin û got bila hikumet budçeya Şaredariya Çilaxayê û miqdara madeya ziftê zêde bike da ku ew pirsgirêka xwe çareser bikin.

Her wiha Ekaş anî ziman ku pêdivî pê heye rêyên di navbera taxan û yên nêzî dibistanan de zû sererast bikin.

Ajoker Ehmed Mihemed jî got: "Di baranê de ji ber çal û kortan em nikarin tev bigerin. Gelekî ziyanê dide siwareyan. Êdî em nikarin rehet biçin û werin. Bi taybet dema baran dibare kesek nikare tev bigere."

(np)

ANHA