Li Çilaxayê qezayên motorsîkletan zêde bûne

Şêniyên Çilaxayê daxwaz ji aliyên têkildar kir ku li beramberî qezayên motorsîkletan tedbîran bigirin.

10 mijdar, 2026   03:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bajarê Çilaxayê di vê dema dawiyê de zarok û ciwan motorsîklêtan diajon, qanûnên ajotinê paşguh dikin û di encamê de qeza çêdibin. Bi taybet piştî ku dibistan bi dawî dibe û zarok vedigerin malê qeza çêdibin. Malbat êdî ji ber motosîkletan nema destûrê didin ku zarokên wan derkevin derveyî malê. 

Welatiyê bi navê Fewaz El Selûm got zarok û ciwanên temenê wan nebûye 18 salî motorsîkletan diajon. El Selûm daxwaz ji aliyên têkildar kir ku tedbîran bigirin û bang li navenda trafîkê ya Çilaxayê kir ku dewriyeyên xwe li bajêr zêde bike.

Elaidîn Yûsif El Kurdî jî got gelek qezayên çêdibe ji ber leza zêde ye bila qanûn ji bo vê yekê were dayîn û pêk bînin. El Kurdî da zanîn ku êdî xelk ditirse ku zarokên xwe rêke dibistanê û derkevin derveyî malê, ji ber qeza çêbûne û zarok mirin e. Ew ditirsin ku motorsîklet xwe li wan bixe.

Rêveberê Navenda Trafîkê ya Çilaxayê Omran Silêman got dewriyeyên trafîkê her tim li navenda bajêr hene, lê dewriye li ser rê û li bazarê kêm in. Ji ber vê yekê motorsîklet li wir zêde hene û qeza çêdibin. Her wiha Silêman diyar kir ku di dema dawiyê de 7 qeza rûdan û di encama wê de zarok mirin. Şaredariyê jî gotiye niha derfetên wan nîn in ku tedbîran bigirin û rapor daye Rêveberiya Giştî ya Trafîkê da ku tedbîr werin girtin.

Di dawiyê de Silêman bang li şêniyan kir ku destûrê nedin zarokan ku motorsîkletan biajon.

(np)

ANHA