Li Efrînê demsala dimsa hinaran dest pê kir

Demsala çinîna hinaran li Efrîn dest pê kir û dê gelek malbat dimsa hinaran ji bo zivistanê amade bikin.

14 cotmeh, 2026   05:34
EFRÎN
BERFÎN ROJ

Şêniyên Efrînê her sal di demsala çinîna hinaran de bi hev re hinarên baxçeyên xwe kom dikin. Piştî ku kom dikin dixin kîsan û tînin malê, jin jî ji destpêke heyanî dawiyê çêkirina dimsa hinaran dişopînin. 

Malbat li hev kom dibin û destpêke hinaran dişikînin û bi darekî libên hinaran derdixin û dixin kîsan û bi lingan pê lê dikin heyanî ku ava wê hemû derdikeve û tenê dendik dimînin.

Piştre jî ava hinaran li paçekî paqij dixin û 24 saetan li derve dihêlin. Roja dîtir jî ava hinaran datînin ser tifika daran û dikelînin heyanî ku tîr dibe. Piştî ku tîr dibe êdî datînin erdê heyanî ku sar bibe û dixin qetremîzan û ji bo zivistanê radikin.

Xelkê Efrînê ne tenê ji bo zivistanê dimsa hinaran çêdike, ew di hemû demsalan de ji bo xwarina dolma, zelata, goşt û hwd bi kar tînin.

Dayikên Efrînê çanda çêkirina dimsa hinaran di hemû şert û mercan de parastiye û nifş bi nifş vediguhêzin.

(np)

ANHA