Li Girkê Legê xwendekar û şênî daxwaza domandina perwerdeya kurdî dikin

Xwendekar û şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê yên ku beşdarî çalakiya konvedanê bûne, daxwaza domandina perwerdeya bi kurdî dikin.

Li Girkê Legê xwendekar û şênî daxwaza domandina perwerdeya kurdî dikin
24 îlon, 2026   16:08
QAMIŞLO
ROHAT XELÎL-KÎNAN EL SEYID

Xwendekar û şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê yên li herêma Cizîrê di çalakiya li hemberî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî dersên zimanê kurdî ku li îro li pêşiya Dibistana Şehîd Ahîn a li Rimêlan hate lidarxistin, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Şêniya bi navê Rozîna Osman da zanîn ku zarokên wê ji refa yekemîn heta qonaxa amadehî perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dîtine, bi vî awayî guhertina zimanê xwendinê wê zehmetiyeke mezin li hemberî xwendekaran ava bike û ev yek jî wê bandorê li perwerdeya wan bike.

Rozîna Osman diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê kurdî bê domandin, daxwaz jî kir ku zimanê kurdî di destûrê de were naskirin û perwerdeya bi zimanê kurdî bê dabînkirin.

Xwendekar Şêrîn Mihemed jî ya ku beşdarî çalakiya konvendanê dibe, da zanîn ku ew ji refa yekem ve perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibe, perwerdeya bi zimanê erebî wê ji bo wê û hevalên wê zehmetiyeke dijwar ava bike, bang kir ku ew li gorî materyalên bi zimanê kurdî perwerdeya xwe bidomînin.

Xwendekara bi navê Nêrgiz Şêxo destnîşan kir ku beşdariya wê ya di çalakiyê de ji bo daxwaza parastina mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê dayikê pêk tê, bang li guhdarkirina daxwazên xwendekaran û bersivdayîna wan da.

Xwendekar Ayla Osman jî diyar kir ku ew ji refa yekemîn heta 8`an perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibîne, guhertina zimanê perwerdeyê wê zehmetiyên wan zêde bike, ew bi perwerdeya bi zimanê kurdî ve girêdayî ne.

Xwendekar Peyman Umer jî destnîşan kir ku ev 7 sal e ew bi zimanê kurdî perwerdeyê dibîne, veguhertineke bi vî awayî nabe û daxwaz kir ku biryar were sererastkirin.

(sb)

ANHA