‘Li hember tundiyê perwerde û birêxistinbûn’

Rêveber û endamên Kongra Star ên Amûdê da zanîn ku jin çi qasî xwe bi rêxistin bikin ew qas dikarin li hember tundî û zayendperestiyê tê bikoşin.

‘Li hember tundiyê perwerde û birêxistinbûn’
20 mijdar, 2026   04:55
QAMIŞLO
SÎMAV MIHEMED

Rêveber û endamên Kongra Star ên bajarê Amûdê der barê çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ji ajansa me re axivîn û têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê nirxandin. 

Rêvebera Kongra Star a bajarê Amûdê Nazdar Derwîş diyar kir ku di pîlansaziya wan de gelek cureyên çalakiyan heye û wiha got: "Em ê çalakî û dewreyên perwerdeyê bi rêxistin bikin. Li ser pirsgirêkên bi tundiya li ser jinan ve girêdayî, baxivin. Di perwerdeyê de girîngiya têkoşîna jin û mêr li hemberî tundiyê bînin ziman. Em hewl didin ku civak bi giştî li hemberî tundiyê bibe xwedî helwest. Çalakî dê ne tenê li bajêr bê birêxistinkirin. Li gundan jî em ê bi jin û mêran re bicivin."

Nazdarê di berdewamiya axaftina xwe de got amadekariya şano tê kirin û wiha lê zêde kir: "Em ê bi rêya hunerê tundiya li jinan tê kirin, bînin ziman. Hewl bidin ku xwe bigihînin tevahiya civakê û ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan civakê birêxistin bikin. Divê girîngî ji mafên jinan re bê dayîn û li hemberî hemû cureyên tundiyê tê bikoşin."

Her wiha endama Kongra Star Şeha Seîd jî axivî û got: “Pirsgirêka jinan bi civakê, perwerde û hwd ve girêdayî ye. Hîna zilm li jinan tê kirin û wekhevî nîn e. Ji mafê jinan e ku daxwaza mafên xwe bikin. Mafê wan heye ku di jiyan û civakê de xwedî rol bin û li hemberî zayendperesiyê tê bikoşin."

Endama Kongra Star Mesûda Îbrahîm got tundî li hember jinan didome û wiha pê de çû: "Lê ji berê xurttir jin daxwaza mafên xwe dikin û li hember tundî û zayendperestiyê tê dikoşin. Jin ji hemû aliyan ve xwe bi rêxistin dikin. Di malbat û civakê de berpirsyar e. Niha jin dikarin baxive û parastina mafên xwe bike. Jin çi qasî xwe bi rêxistin bikin, dikarin li hember zilm û zayendperesiyê tê bikoşin."

(np)

ANHA