Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê

Herêma Cizîrê tevî çavkaniyên xwe yên çandinî, yên xav û derfetên mirovî jî bi pirsgirêkên bilindbûna buhayan, lêçûna hilberandinê û firotinê re rû bi rû ye. Li aliyekî din jî kargehên herêmê hewl didin hilberîna xwe berfireh bikin, pêdiviyên sûkê bi cih bînin, derfetên kar ji şêniyan re peyda bikin ku di geşkirina aborî de bibe alîkar.

Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
Li herêma Cizîrê pîşesazî û astengiyên li pêş wê
7 mijdar, 2026   02:50
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Pîşesaziya herêmî kevirê bingehîn ê aboriyek xurt e ku roleke girîng di îstismarkirina çavkaniyên berdest, bicihanîna pêdiviyên sûkê, peydakirina derfetên kar û baştirkirina rewşa jiyanê de dilîze.

Herêma Cizîrê bi çavkaniyên xwe yên çandinî, sewaldarî û madeyên xav dewlemend e, lê qada pêşeziya hîna jî bi pirsgirêkên bilindbûna lêçûnên hilberînê yên bilind û zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên xebitandin û bazariyê rû bi rû ye. Ev rewş jî ji mercên siyasî û aborî yên ku herêm tê re derbas bûne, her wiha zextên li ser derfetên geşkirin û razimaniyê nayê cudakirin.

POLÎTÎKAYÊN BERÊ BANDOR LI SER REWŞA ABORÎ KIR

Hikumetên berê yên Sûriyeyê, Kurd û herêma Cizîrê di gelek aliyan de paşguh kiribû. Yek ji mînakên vê yekê serjimariya ku 5‘ê Cotmeha 1962‘an li parêzgeha Hesekê de çêkiribû. Serjimariya ku di rojekê tenê de hat kirin bû sedema pirs û nerazîbûnan, ji ber ku dema têrker nedan şêniyan ku agahiyên pêwîst der barê xwe de bidin. Di encamê de bi sedhezaran Kurd ji mafê hemwelatîbûnê bêpar hatin hiştin û wekî "Biyanî"hatin binavkirin. Bêparhiştina ji mafê hemwelatîbûnê jî Kurd ji mafên bingehîn, wekî nivîsandina milkên xwe li ser navên xwe, beşdarbûna di hilbijartinan, bidestxitina paseportan, çûna derveyî welat an jî vekirina şirîketan bê par man.

Tevî biryara 49‘an a sala 2011‘an ku derfet da "Kurdên biyanî" ku nasnameyê bi dest bixin, lê pêkanîna biryarê rastî astengiyan hat û Kurdên bêqeyd "Mektûm" di nav xwe de negirt. Ev jî bû sedem ku bi hezaran malbat li derveyî çarçoveya hemwelatîbûnê bimînin.

KEMBERA EREBÎ Û BANDORA WÊ LI SER GUHERTINA DEMOGRAFÎ

Siyaseta Kembera Erebî ya ku di 1974’an de li herêma Cizîrê hatiye kirin qonaxeke din a ji siyasetên bandor li rewşa civakî û aborî ya li Kurdên herêmê kiriye ava kir. Bi wê siyasetê erdên çandinî yên li seranserî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de  hatin desteserkirin û dan cotkarên Ereb ên bi navê Xemer.

Vê siyasetê erd û milk desteserkirin û xwediyên wan ber bi deverên hundirîn ve dan koçberkirin, nêzî 4 hezar malbatên Ereb ên ku erdên wan di bin ava bendava Firatê de mane yên ji parêzgehên Heleb, Reqa û Dêrazorê li wir bi cih kirin, li kêleka wê jî navên gund û bajarokên Kurdan bo navên Erebî guhertin.

Ev tedbîr di çarçoveya siyasetênn ku armanca wan guhertina rastiya demografîk a herêmê û qutkirina têkiliya di navbera Kurdên Sûriyeyê û Kurdên li aliyê din ê sînoran de bû. Ev nêzîkatî xwe dispêrt stratejî û siyasetên ku beriya pêkanîna "Kembera Erebî" hebûn, bi taybetî jî lêkolîneke ku di 1962’an de ji aliyê efserê Baasî Mihemed Teleb Hîlal ve hatibû amadekirin.

Ev tedbîr di çarçoveya siyasetên bi armanca guhertina rewşa demografî li herêmê, cudakirina Kurdan ji Sûriyeyê û xistina sînorekê di navbera wan de pêk hat

SERDEMA BEŞAR ESED Û SERHILDANA QAMIŞLO

Di serdema Beşar Esed de tu guherîneke cewherî di siyasetên li dijî Kurdên li parêzgeha Hesekê de rû neda, lê qeydên ji tevahî warên jiyana wan a çandî, siyasî, civakî û aborî de zêde bûn, di heman demê de pirrengiya neteweyî û çandî li Sûriyeyê nehat naskirin.

Bi Serhildana Qamişloyê ya di 2004’an de nakokî zêde bûn. Di wê demê de li bajêr bûyer rû dan, bi dehan sivîl di nava birîndar û şehîdan de çêbûn, li kêleka wê jî metirsî der barê derfetgirtina nakokiyan ji bo derxistina pirsgirêkan di nava Kurd û Ereban de hebûn.

DEWLEMENDIYA ÇANDÎ Û DERFETÊN PÎŞESAZÎ LI BERAMBERÎ REWŞA ABORÎ YA DIJWAR

Ruxmî cihê erdnîgarî ya girîng a parêzgeha Hesekê, dewlemendiyên çandinî, sewalvanî û daneyên mirovî, lê rewşa pîşesazî bi hevrûkirina derfetên heyî sînordar ma. Ew jî ji ber siyaset, qeydên aborî û rahênanên li pêş projeyên hilberînê û berfirehkirina wê bûne asteng, e.

Lawazbûna belavbûna kargehan, kêmderfetiya xebatê û bilindbûna asta bêkariyê rewşa debarê zehmettir kir, wê jî hişt ku piranî ciawn li derveyî bajêr û deverên xwe li kar bigerin.

Wan siyasetan ne tenê hişt projeyên pîşesazî rawestin, ji wê zêdetir derfetên geşepêdana aborî û civakî lawaz bûn û şiyana xelkê parêzgehê ya rahênana daneyên xwe yên çandinî û pîşesazî sînordar kir.

GUHERÎNÊN ABORÎ Û VEGUHERÎNÊN PÊŞXISTINA HILBERÎNA HERÊMÎ

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê, dûre guherînên siyasî, leşkerî û aborî, hewldanên pêşxistina çalakiya pîşesazî li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwespartina li daneyên xwecihî weke genim, pembo, sewalvanî çêbûn.

Wan daneyan derfet li pêş pîşesaziya xurekê, çandinî û tekstîlê, hilberîna daneyên mezexêrî yên cihêreng vekirin, bi wê re derfetên xebatê ji hejmarek xelkê herêmê re hat vekirin, beşên bazirganî, veguhastin û bazariyê hatin livandin.

Avakirina kargehan û pêşxistina projeyên pîşesazî gaveke ber bi xurtkirina hilberîna xwecihî, dabînkirina hewcedariyên şêniyan, vekirina sûkan li pêş hilberînên çandiniyê vekir. Vê yekê piştgirî da karker û pîşekaran, koçberiya ciwanan sînordar kir û jêderên qûtê ji malbatan re peyda kir.

Têkildarî mijarêû ajansa me li hejmarek karkerên parêzgeha Hesekê û bajarê Qamişloyê gerî, da ku xwezaya pîşesaziyên xwecihî û mekanîzmayên hilberînê, astengiyên rûbirûyî wan û rola wan di peydakirina derfetên kar û çalakkirina tevgera aborî de bişopîne.

KARGEHA BEYBON…HILBERÎNA ROJANE DIGIHÎNE 8 HEZAR PARÇE

Di çarçoveya gera ajansê de, Rêvebera Şîrketa Beybûnê Ebîr Ehmed li ser xwezaya xebata li kargehê ya ku ji çend mehan ve hatiye damezrandin axivî. Kargeh destmalên kaxezî ji pêşandên kaxezî yên mezin ên bi navê “Rol Jumbo” tên naskirin çêdike.

Ebîr diyar kir ku proseya hilberînê di hejmarek qonaxan re derbas dibe; çêkirina destmalên kaxezî, qutkirinû pêşandina her parçeyekê, xistina wan di tûrên biçûk de, piştre xistina wan di tûrên mezin de.

Ebîrê da zanîn ku kargeh ji bo hilberîna destmalên kaxezî seluloza xwezayî bi kar tîne û rojane nêzîkî 8 hezar parçeyan hildiberîne, derfet ji dehan karker û endazyaran re vekir.

Berhemên kargehê, destmalên kaxezî, pêçanên kaxezî yên xwaringeh û destavan jî dihewîne. Kargeh hewl dide sinfên nû çêke, da ku hewcedarên sûkê pêk bîne û hilberîna xwe berfireh bike.

KARGEHA PÎK A CIL Û BERGAN Û PEYDAKIRIAN DERFETÊN KAR

Ji pîşesaziyên xwecihî, kargeha PÎK FASHION heye. PÎK markeyeke bazirganî ya taybet bi çêkirin û dirûtina cureyên cuda yên cilûbergan ji bo tevahî temenan li Qamişloyê ye.

Rêvebera Kargehê Lîlav Heyder got kargeh girîngiyê dide hilberîna cilûbergên werzîşî, pentelonên cênz yên her du zayendan.

Lîlavê diyar kir ku hilberîna rojane ya pentelonên cênz nêzî 700 parçeyî ye, li sûkan tên firotin û cilên werzîşê nêzîkî 500 parçe rojane tên çêkirin.

Lîlavê anî ziman ku hilberînên kargehê li deverên Cizîrê ji Dêrikê heta bi Hesekê tên firotin û got kargehê hewl dide çarçoveya belavkirin heta bi parêzgehêmn dîtir ên Sûriyeyê berfireh bike.

 Lîlavê destnîşan kir ku di kargehê de ji her du zayendan nêzîkî bi sedan kargeh dixebitin.

DI NAVBERA HILBERÎNA XWECIHÎ Û LÊÇÛNÊN BIKARANÎNÊ DE

"Golden Rose" kargeheke ku bi hilberîna zeytê tovê pembo ve çêdike. Li gorî rêveberên vê saziyê, ew nêzîkî 6 sal berê hatiye damezrandin û tovên pembo ji parêzgehên Heseke, Reqa û Dêrazorê dihatin dabînkirin. Ev tov bi rêya kargehên mehlecên pembo yên girêdayî Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser dihatin peydakirin.

Organîzetorên kargehê destnîşan kir ku zêdetirî 200 karkar dixebitin û beriya entegrasyonê hilberîn tenê li deverên Cizîrê dihatin belavkirin lê niha li tevahî deverên Sûriyeyê tên belavkirin.

Organîzetoran diyar kir ku kargeh zeytê dixe şûşeyên bi cureyên cuda; ji lîtreyekê de destpêkê dike heta bi 16 lîtreyan û bi rêya bazirganan li sûkan tê firotin.

Hat diyarkirin ku nêzîkî ji sedî 50 ji xerbatên hilberînê bi destan çêdibe, lê rêjeya din bi rêya alavan pêk tê û kargehên Tirkiyeyê yek ji hevrikên li sûkan e, ji ber ku pişta xwe didin teknîk û alavên nûjen.

Kargeh ji destpêka Cotmehê ve, hemwextî wergirtina tovên pembo ji mehlecan, dest bi kar kiriye û hilberîn heta 9 mehan didome û heyama dimîne jî ji bo xebatên çaksazî û amadekirian alavan ji bo mewsima dîtir e.

Organîzetoran diyar kir ku hilberîna xwecihî ji tovên pembo têra hewcedariyên kargehê nake, ji lew re mîqdarek ji Azerbeycanê jî tê dahatokirin. Rojane nêzî 20 ton tov tê kuvaştin û zeyta tê hilberandin têra hewcedariyên parêzgeha Hesekê dike.

Der barê lêçûnan de jî hat diyarkirin ku bihaya toneke zeyt nêzî 1700 dolar e, lê bihabûna bihaya mazotê barên hilberînê û lêçûnên girêdayî deriyên sînorî û veguhastinê zêde dike.

Kargeh şûşeyên blastîkî û tenekî çêdike. Madeyên xav ên şûşeyên blastîkî ji Siûdiyê tên dahatokirin û saca ji bo tenekeyan ji Tirkiyeyê tên.

KARGEHA SERDEM; QONAXÊN ÇÊKIRINA TA Û TEKSTÎLÊ

Di beşa tekstîlê de, nûçegihanên ajansa me serdana kargeha "Sardam" a li bajarê Hesekê kir. Berpirsên vê kargehê diyar kir ku zêdekirina xwespartina li hilberîna çandinî û pîşesazî ya herêmî û gihîştina asta xwestêrkirinê ji bo piştgiriya aboriyê stûnên bingehîn in.

Berpirsan diyar kir ku bi salan e, pemboyê Sûriyeyê bingeha pîşesaziya tekstîlê pêk tîne.

Pêvajoya hilberînê li kargehê bi vekirina balyeyên pemboyê pêçandî û zexmkirî, bi rêya makîneyên taybet dest pê dike. Piştre pembo tê tevlihevkirin, sistkirin û paqijkirin, dûv re li dora silindirên ku dizivirin weke tebeqeyan, tên pêçan. Di qonaxa paşê de, ev pembo dikeve nav makîneyên şîlekirinê û ev makîne pembû vediguherînin şerîtên yekreng, anku şerîtên ku tê de fîberên pemboyî bi awayekî hevaheng li kêleka hev hatine rêzkirin.

Xebata hilberînê li kargehê bi vekirina alavên pembo yên zextkirî bi rêya alavên taybet, dûre tevlihevkirina pembo, vepincirandin û paqijkirina wê û dûre li ser boriyan tên pêçandin, piştre jî derbasî alavên şehkirinê dibe û vediguhere şerîtan wekhev.

Piştre, şerîtên fîberan di makîneyên şehkirin û kişandinê re derbas dibin da ku yekrengî û domdariya wan baştir bibe, li pey vê, pêvajoya amadekirina fîtîlan tê kirin ku tê de zivirandineke sivik li fîberan tê dayîn da ku ji bo ristinê amade bibin. Ji bo kontrolkirina stûriya ta û taybetmendiyên wê, makîneyeke ristinê ya bi xelek tê bikaranîn, lê dema ku makîneyên ristinê yên bi rotor tên bikaranîn, pêvajoya amadekirina fîtîlan dikare were derbaskirin, ku di encamê de tayên pembo tên hilberandin.

Organîzetoran destnîşan kir ku kargeh derfeta kar ji nêzî 70 kargehan re peyda dike û hilberîna wê li sûka herêmê ya Sûriyeyê tê belavkirin.

Organîzetoran anî ziman ku nepeydakirina parçeyên guhertina alavan astengiyên herî girîng e û kargeh alavên Japanî û Çînê bi kar tîne.

PÎŞESAZIYA HERÊMÎ DI NAVBERA DERFET Û ASTENGIYAN DE

Kargehên hilberînê yên ku di dema gerê de hatine ziyaretkirin, pirrengiya pîşesaziyên herêmî yên li Parêzgeha Hesekê nîşan didin; ji berhemên kaxez û cil û bergan bigire heya zeytê pembo, ta û tekstîlan. Ew kargeh derfetên kar peyda dikin û hilberînê li sûkên herêmê belav dikin.

Lê domdarî û berfirehbûna van projeyan bi şiyana wan ve girêdayî ye ku li hember gelek dijwarîyan bisekinin, bi taybetî bilindbûna bihayên sotemeniyê û lêçûnên veguhastinê, zehmetiyên di peydakirina madeyên xav û parçeyên yedek de, pêşbaziya bazarê û astengiyên têkildarî firotin û hinardekirinê.

Ligel derfetên çandinî û mirovî yên li parêzgehê pêşketina beşa pîşesazî ji bo xurtkirina aboriya xwecihî, peydakirina derfetên kar, başkirina şert û mercên jiyanê yek ji rêveûnên girîng e.

(f)

ANHA