Li Hesekê bûyerên gezkirina kûçikan zêde bûne

Ji Hezîranê heta Îlonê li parêzgeha Hesekê 157 bûyerên gezkirina kûçikan hatine tomarkirin. Gerînendetiya Tenduristiyê da zanîn ku li gorî salên berê, ev hejmar bilindtir e.

Li Hesekê bûyerên gezkirina kûçikan zêde bûne
Li Hesekê bûyerên gezkirina kûçikan zêde bûne
Li Hesekê bûyerên gezkirina kûçikan zêde bûne
Li Hesekê bûyerên gezkirina kûçikan zêde bûne
Li Hesekê bûyerên gezkirina kûçikan zêde bûne
Li Hesekê bûyerên gezkirina kûçikan zêde bûne
4 cotmeh, 2026   06:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Di demên dawî de, di encama belavbûna kûçikan li kolan û taxên bajar û gundan de, bûyerên gezkirina kûçikan li parêzgeha Hesekê zêde bûne.

Ji Hezîranê heta Îlonê (2026) hejmara bûyerên gezkirinê gihîştiye 157’an. Hezîranê 37, Tîrmehê 20, Tebaxê 80 û Îlonê jî 20 bûyerên gezkirina kûçikan qewimîne.

Gerînendeyê tenduristiyê yê parêzgeha Hesekê Xalid El Xalid sedemeke van bûyeran jî kombûna çopê ya li kolanan e û şaredarî jî pêşî li ber kûçikên bêxwedî nagire. El Xalid diyar kir îsal hejmara bûyeran ji sala borî zêdetir e.

Têkildarî tedbîrên hatine girtin, El Xalid destnîşan kir ku li nexweşxaneyên giştî yên li parêzgehê li gorî protokolên heyî dermankirin çêdibe, vaksîn û dermanên baş hene.

Gerînendeyê Tenduristiyê ji şaredariyan xwest xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li ber kûçikên bêxwedî û ajalên ku gezkirinê dikin zêde bikin, çopa kombûyî ya ku wek jêdereke sereke ya xwarina kûçikan e, ji kolanan rakin.

Li 5 nexweşxaneyên giştî yên parêzgeha Hesekê (Qamişlo, Hesekê, Serêkaniyê, Dêrik û Şedadê) rewşên gezkirina kûçikan ji bo dermankirinê tên pêşwazîkirin.

(sb)

ANHA