Li Hesekê di encama sergirtina seyareyê 2 kes birîndar bûn

Di encama hewildanê sergirtina çekdarî ya li ser seyareya girêdayî Meclisa Bajarê Hesekê, endamê meclisê Ezîz Bedir birîndar bû, li cihê bûyerê zaroka bi navê Yemame Ewad a 7 salî jî birîndar bû.

Li Hesekê di encama sergirtina seyareyê 2 kes birîndar bûn
22 cotmeh, 2026   14:27
HESEKÊ

Seyareke Van (H1) li ber çerxerêya Xişman a li bajarê Hesekê ji aliyê kesên nenas li ser motorîskilêtê rastî sergirtineke bi çekan hatin.

Di encamê de endamê Meclisa Bajarê Hesekê Ezîz Bedir ku li kêlek ajokar rûniştîbû birîndar bû, Ezîz Bedir sewqî Nexweşxaneya Gel a li bajarê Hesekê hat kirin.

Zaroka bi navê Yemame Mehmûd Ewad (7) di dema rûdana bûyerê de li cihê bûyerê bû, di encamê de ew jî birîndar bû.

Seyareya ku rastî sergirtinê hat girêdayî Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Bajarê Hesekê ye.

(sb)

ANHA