Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan

Serdema yekem a sala xwendinê ya 2026-2027 ber bi dawiyê ve diçe lê xwendekarên dibistanên parêzgeha Hesekê heta niha pirtûkên hîndekariyê wernegirtine.

Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
Li Hesekê pirtûkên hîndekariyê negihîştine dibistanan
29 mijdar, 2026   03:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Xwendekarên li dibistanên parêzgeha Hesekê ji ber kêmbûna pirtûkên hîndekariyê gazinan dikin, xwendekar neçar in ku dersan di defterên xwe de binivîsin an jî pirtûkan ji xwe re çap bikin, tevî ku gelek malbat nikarin lêçûna çapkirinê bidin.

Xwendekarê bi navê Ehmed Mihemed diyar kir ku ji destpêka serdema yekem a sala xwendinê ve, tevî ku ezmûn nêzîk in, wan pirtûkên hîndekariyê wernegirtine. Mihemed got: "Pirtûkên me nîn in û em dersan li ser defterên xwe dinivîsin.”

Ehmed destnîşan kir ku ji ber kêmbûna pirtûkan, kêmbûna mamosteyan û binesaziya nebaş a dibistanan, wan dersên fîzîk û kîmyayê wernegirtine.

Xwendekarê bi navê Mihemed Cewher bal kişand ser kêmbûna pirtûkên dersên fîzîk, kîmya, zanist û dîrokê, her wiha kêmbûna mamosteyan. Cewher destnîşan kir ku li hin fêrgehan heta dep jî tune ne.”

Cewher diyar kir ku rêveberiya dibistanê ji wan dixwaze ku pirtûkan bi xwe çap bikin heya ku yên çapkirî bên.

Xwendekarê bi navê Mihemed Derwîş got neçar in dersan di defterên xwe de binivîsin, bi taybet ji ber ku ezmûn nêzîk dibin û pirtûkên dersê hîn jî nagihîjin dibistanê.

Der barê sedemên derengketinê de, rêveberê depoya pirtûkên hîndekariyê yên dibistana seretayî li Rêveberiya Weşan û Pirtûkên Dibistanê a Parêzgeha Hesekê Fewzî El Salih diyar kir ku Şamê rêkirina pirtûkan dereng xistiye.

El Salih destnîşan kir ku dûrahiya di navbera Şam û Hesekê de, her wiha çapxane nagihîjin ku hemû pirtûkan di demên diyarkirî de çap bikin, bûn sedem ku pirtûk negihêjin.

Li Hesekê nêzîkî 432 hezar û 785 xwendekar, li dibistanên seretayî, amadehî û navîn dixwînin.

(k)

ANHA