Li Japonyayê bi pileya 5,7 erd hejiya

Li herêmên navîn ên Japonyayê di erdheja bi mezinahiya 5,7 pileyî de herî kêm 24 kes birîndar bûn. Erdhejê xisar li herêmên Shizuoka û Aichi kir.

Li Japonyayê bi pileya 5,7 erd hejiya
8 mijdar, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, roja Yekşemê bi saeta herêmî di 01:04 de li rojavayê eyaleta Shizuokayê bi 40 kîlometreyî li binê erdê erdhejê rû da. Hejîna erdê bi 200 kîlometreyî li rojavayê Tokyoyê, herêmên derdorê jî hejand.

Rojnameya Chunichi Shimbun a herêmî û Tokai TV ragihand ku li eyaletên Shizuoka û Aichiyê herî kêm 24 kes birîndar bûn. Rêveberiya Shizuokayê diyar kir ku jineke 90 salî jî di nav de 3 kes birîndar bûn.

Japonya ku li cihekî welê ye ku çar plakayên mezin ên tektonîk lê digihêje hev, ji sedî 18 ê erdhejên li seranserê cîhanê lê diqewime. Welat 11ê Adara 2011an bi mezinahiya 9 pileyî hejiya bû û piştre felaketa tsunamiyê lê rû dabû. Di encamê de 18 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û li Santrala Nukleerê ya Fukuşimayê felaketekê rû dabû.