Li Lubnanê kesekî sûriyeyî bi tawana girêdana bi DAIŞ`ê re hat destgîrkirin

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê da zanîn ku ji ber gumana girêdana bi DAIŞ`ê ve û birêxistinkirina plana hedefgirtina Papa Leo ya di dema serdana wî ya ji bo Lubnanê ya sala 2025’an de, kesekî sûriyeyî li bakurê Lubnanê destgîr kir.

Li Lubnanê kesekî sûriyeyî bi tawana girêdana bi DAIŞ`ê re hat destgîrkirin
24 îlon, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê duh (23 Îlon) ragihand ku muxaberatên artêşa Lubnanê li herêma El Betron a li bakurê welêt, ji ber tawanbariya ku girêdayî DAIŞ`ê ye û plan kiribû ku Papa Leo di dema serdana Lubnanê ya Mijdara 2025’an de hedef bigire, kesekî ji Sûriyeyê destgîr kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku kesê destgîrkirî bi navê “El Deamîş” tê naskirin, ew bi rola xwe ya pêşeng di DAIŞ`ê ya li bakurê Lubnanê de tê gumanbarkirin. Her wiha li gorî agahiyên derketine, lêpirsînê jî aşkare kiriye ku wî plana hedefgirtina Papa Leo ya di dema serdanê de birêxistin kiriye.

Heta niha ji hêla fermandariya artêşa Lubnanê ve tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

(sb)