Li Serêkaniyê qonaxa duyemîn a rakirina mayinan dest pê kir

Li gorî agahiyên ku Navenda Pêşîgirtina li ber Mayinan a Hesekê dane, pêvajoya rakirina mayinan û bermahiyên şer li gundewarên bajarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bû.

Li Serêkaniyê qonaxa duyemîn a rakirina mayinan dest pê kir
28 îlon, 2026   12:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Pêvajoya rakirina mayinan û bermahiyên şer li herêm û gundên bajarê Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ya di çarçoveya paqijkirina rê, gund û zeviyên çandiniyê ji bo vegera koçberan, berdewam dike.

Navenda Pêşîgirtina li ber Mayinan a Hesekê ji ajansa me re agahiyên têkildarî nexşeya xebatên xwe, geşedanên dawîn ên girêdayî rakirina mayinan û bermahiyên şer, parve kirin.

Li gorî agahiyên ku navendê dane, tê payîn ku di demeke nêz de pêvajoya rakirina mayinan li ser rêyên li derdora rêya giştî yên gundewarên Serêkaniyê bi dawî bibe.

Navendê da zanîn ku pêvajoya rakirinê derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye, di vê qonaxê de piştî paqijkirina rêyan, dest bi paqijkirina gundan bi xwe hatiye kirin.

Navendê diyar kir ku niha pêvajoya rakirinê li gundên li ser rêya Til Temir-Zirgan, gundewarên başûrê bajêr a ber bi bajarê Serêkaniyê ve, her wiha li gundewarên li ser Rêya M4 berdewam dike.

Têkildarî heman mijarê navendê ev agahî dan: “Rêya sereke ya Dirbêsiyê-Serêkaniyê, ji rêya ku diçe gundê El Esediyê heta baregeha Tirkiyeyê ya li gundê Bab El Ferec a li ser rêya sereke bi temamî hatiye paqijkirin, di vê beşa pêvajoyê de rê û her du qiraxên xwe bi dirêjahiya 25 metreyan jî hatiye paqijkirin.”

Navendê da zanîn ku hîna li gundê El Esediyê û Mişêrifê xetereya hebûna mayinan heye, heta niha pêvajoya rakirina mayinan û bermahiyên şer li wir dest pê nekiriye.

Li aliyekî din navendê destnîşan kir ku ji ber hebûna mayinan li gundê Um El Kêf rakirina mayinan li ser rêya sereke ya Til Temir-Serêkaniyê dereng ma.

Tîmên rakirina mayînan ji bo dabînkirina tevgera şêniyan, temamkirina pêvajoya paqijkirinê û rakirina mayinan ji gund û herêmên ku şênî lê hene, xebatên xwe didomînin.

Navendê hişyarî da ku şênî li gorî perspektîfên tîmên rakirina mayinan tev bigerin.

Bi sedan malbatên Serêkaniyê ku ji di Cotmeha 2019`an de piştî êrişên dewleta Tirk koç kir, li ser 2 beşan vegeriyan gundên xwe, tê payîn ku xebatên vegerê wê bidomin, lê ji ber hinek rewşên lojîstîk û geşedanên li herêmê, niha veger taloq bûye.

(sb)

ANHA