Li Sûriyeyê bêkarî ji sedî 60’î derbas bûye

Li Sûriyeyê diyardeya bêkariyê zêde dibe, aboriya Sûriyeyê nêzî ji sedî 55 lawaz bûye, hilberîn kêm e û derfeta kar nîn e. Vê yekê di serî de bandorê li ciwanan kiriye.

Li Sûriyeyê bêkarî ji sedî 60’î derbas bûye
8 mijdar, 2026   03:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Di salên dawiyê de rêjeya bêkariyê zêde bûye. Di şer de ew derfetên kar winda bûn. 

Wezîrê pîşesaziyê yê Sûriyeyê Nîdal El Şear da zanîn ku di dawiya sala 2025`an de rêjeya bêkariyê ji sedî 60 derbas bûye.

Di vê çarçoveyê de lêkolîner û aborînas, serokê Komîteya Bawermendan a Weqfa Link Hanî Hemza anî ziman ku li Sûriyeyê bêkarî pirsgirêkeke mezin a aborî û civakî ye û bi taybet ciwan, kesên nû zanîngeh bi dawî kirine û jin, bê kar in.

SEDEMA BÊKARIYÊ

Hemza sedemên bêkariyê nirxandin û got: "Ne tenê derfeta kar nîn e, hinek kes karê wan ne sabit e û hinek jî mûçeyên wan kêm e. Liv û tevgera hilberînê kêm bûye. Kargeh û dezgehên aborî ziyan dîtin. Lêçûna hilberînê biha bûye, veberhênan bi sînor e, projeyên biçûk û navîn rû bi rûyî pirsgirêkan tên."

Ji bo çareserkirina pirsgirêka bêkariyê Hemza got: "Divê di qada hilberînê de liv û tevger çêbe û derfeta kar were peydakirin. Ji ber vê yekê divê di aliyê pîşeyî de û li gorî pêdiviyên aborî perwerde were birêxistinkirin. Ciwan fêrî kar bibin da ku bikarin ji xwe re projeyên taybet çêkin."

Hanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber ku bêkarî zêde ye malbat nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin, bandorê li ser tevgera bazarê dike, ciwan nikarin ji bo siberoja xwe bixebitin, berê xwe didin welatên derve."

ÇARESERÎ

Ji bo çareserkirina diyardeya bêkariyê Hanî got: "Bila piştgiriyê bidin qadên hilberînê, destekê bidin projeyên biçûk û navîn, perwerdeyên pîşeyî organîze bikin. Me dest pê kiriye em têkildarî bazarê daneyan kom dikin da ku em ji bo ferdan û li gorî pêdiviya herêman bernameyên aborî û perwerdeyê pêşkêş bikin. Her wiha dikarin destekê bidin çandiniyê, pîşesazî û projeyên biçûk û navîn. Ciwanan fêrî aboriya dijîtal bikin."

Aboriya Sûriyeyê 2011-2025`an nêzî ji sedî 55 lewaz bû, çandinî nêzî ji sedî 71, pîşesazî ji sedî 76 kêm bû.

(np)

ANHA