Li Sûriyeyê provokasyon didome, hikumeta veguhêz bê deng e

Hikumeta veguhêz li dijî zimanê nefretê û provokasyonan biryarname derxistin lê hîna provokasyon didomin û biryarnameyên derxistine naxe pratîkê.

Li Sûriyeyê provokasyon didome, hikumeta veguhêz bê deng e
14 cotmeh, 2026   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku rejîma Beşar El Esed 8`ê Çileya 2024`an hilweşiya, hikumeta veguhêz ji bo pirsgirêkên ewlehiyê dernekevin, şerê navxweyî çênebe, pêkhate û mezheb li hev nekevin, biryarname derxistin.

Heke em li rewşa Sûriyeyê ya ewlehiyê vegerin hîna kuştin, revandin, zimanê nefretê, provokasyon û hwd didomin. Di vê rewşê de em dikarin bipirsin çima biryarnameyên hatine derxistin pêk nayên û hesab ji yên li dijî van biryarnameyan derdikevin, nayê xwestin?

Di madeya 7 a destûra Sûriyeyê de ku 13`ê Adara 2025`an derket, tê gotin ku dewlet di ber aramî, aştî û jiyana hevbeş a civakê berpirsyar e, divê destûrê nede ku fitne, tundî û provokasyon çêbin û garantiya mafên çandî û ziman ên hemû sûriyeyiyan were dayîn.

9`ê Adara 2025`an serokatiya Sûriyeyê ragihand ku komîteyeke neteweyî ya serbixwe ava kirine û ev komîte dê bûyerên li peravê lêkolîn bike, binpêkirinan belge bike, berpirsên bûyerên li peravê qewimîne nas bike û sûcdaran radestî dadgehê bike.

13`ê Tîrmeha 2025`an Komîteya Neteweyî ya Serbixwe rapora xwe teslîmî Ehmed El Şera kir. Komîteyê di rapora xwe de gotibû ji bo derî li pêşiya fitne, provokasyon, tundî û şerê mezhebî bigirin, divê tedbîr werin girtin û bi rêya çapemenî û medyaya dijîtal vê yekê bişopînin.

10`ê Gulana 2025`an Wezareta Perwerdeyê biryar derxist û di biryara xwe de dibêje qedexe ye nivîs, wêne û dîmenên bibin sedema provokasyon û fitneyê di navbera netewe û mezheban de derkeve, werin belavkirin. Her wiha di heman biryarê de hatiye gotin ku divê kesên berevajî vê biryarê tev geriyaye li gorî qanûnan werin cezakirin.

Wezareta Perwerdeyê 17`ê Çileya 2026`an biryar da ku li dibistan, peymangeh, zanîngeh û saziyên girêdayî wê nabe ku zimanê nefretê were bikaranîn an jî li ser bingeha neteweyî û mezhebî nêzîkatiyên çewt ji hev re were kirin, kesên berevajî vê biryarê tev bigerin dê wan teslîmî dadgehê bikin.

15`ê Sibata 2026`an Wezareta Ragihandinê "Rêziknameya reftarê ya pîşeyî û exlaqî ji bo qada çapemeniyê li Sûriyeyê” weşand. Di vê rêziknameyê de tê gotin ku her kes li hember provokasyon û zimanê nefretê baldar be.

16`ê Sibata 2026`an Wezareta Weqfên Olî destbi "Peymana Yekîtiya Xîtaba Îslamî" kir da ku hevgirtina civakî were parastin.

Li gorî çavdêran li ser medya dijîtal provokasyon têne kirin, agahiyên şaş têne belavkirin û zimanê nefretê tê bikaranîn, lê biryarên ji aliyê saziyên dewletê ve hatine girtin nakeve pratîkê de. Kes dikarin li ser medya dijîtal provokasyonan bikin û fitnê derxin lê saziyên dewletê li pey wan nakeve û nayên cezakirin.

Di çarçeveya qanûnên navdewletî û bi taybet qanûnên mafên mirovan her kes dikare nêrîna xwe azad bîne ziman û rexne bike lê nabe ku berê civakê bide nefret û tundiyê.

Cîgirê nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Sûriyeyê Claudio Cordo 11`ê Cotmeha 2026`an di werşeyeke şêwermendiyê ku li Şamê hate lidarxistin axivî. Cordo ji bo zimanê nefretê li Sûriyeyê zêde neyê bikaranîn şiyarî kir û got divê hemû hemwelatî li hemberî diyardeya zimanê nefretê tê bikoşin.

Her wiha Cordo anî ziman ku zimanê nefretê li hemberî pêkhateyên Sûriyeyê tê bikaranîn, bi taybet li ser înternetê jinan tehşîr dikin û dibe ku ev bandore li aramî û hevgirtina civakî bike.

Cordo ji hemû sûriyeyiyan daxwaz kir ku li hember zimanê nefretê û provokasyonan derkevin û bila nebe sedema tundî û dijminatiyê û got her kes dikare li gorî qanûnên navneteweyî nêrîna xwe azad bîne ziman û rexne bike.

Hikumeta veguhêz û saziyên girêdayî wê têkildarî zimanê nefretê û provokasyonan biryarname derxistin lê di rastiyê de li gorî van biryarnameyan tev nagere.

(np)

ANHA