Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in

Bandora şerê li Til Temirê û gundewarên Hesekê, hezar û 276 xwendekar ji perwerdeyê bê par kirine. Ziyan li 16 dibistanan bûye, di nava wan de 5 bi tevahî wêran bûne, di heman demê de 5 avahiyên dibistanan kirine stargeh.

Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
Li Til Temirê 13 dibistan wêran bûne, xwendekar ji perwerdeyê bê par in
28 mijdar, 2026   06:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HEMAN

Bandorên şerê li herêma Til Temirê ya parêzgeha Hesekê ne tenê bi wêrankirina malan û koçberkirina şêniyên ve sînordar bûn. Lê topbaran û operasyonên leşkerî avahiyên perwerdeyê jî kirin kavil, vê yekê bandor li dibistanan û siberoja bi hezaran zarokan kir.

Li gorî daneyên Navenda Perwerdeyê ya Til Temirê, li herêmê 139 dibistan hene, ji wan 13 dibistanan zirar dîtiye. 5 ji van bi tevahî wêran bûne. Hezar û 276 xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê bê par mane.

Hejmara giştî ya dibistanên li herêma Til Temrê 139 e û 10 hezar û 375 xwendekarên wan hene. Ev xwendekar ji ber zirara li avahiyên dibistanan û girtina hin ji wan, bi taybet li gundên ku cihên perwerdeyê yên alternatîf ên nêzîk tune ne, nikarin perwerdeya xwe bidomînin.

Ji bo kêmkirina bandorên vê pirsgirêkê, Navenda Perwerdeyê ya Til Temirê planên ji bo nûjenkirina dibistanan danîne, di heman demê de li alternatîfên demkî digere da ku perwerdeya xwendekaran misoger bike û pêşî li dûrketina wan ji pêvajoya perwerdeyê bigire.

Navenda Perwerdeyê diyar kir ku ji ber çavkaniyên sînordar, ew ji bo pêkanîna van planan rastî astengiyan tên. Her wiha destnîşan kir ku ew xwe dispêre piştgiriya giştî û destpêşxeriyên civakî da ku bikarin perwerdeyê berdewam bikin.

(k)

ANHA