Lîwaya Hesekê: Em amade ne Sûriye û tevahî pêkhateyan biparêzin

Fermandarên Lîwaya Hesekê amadebûna xwe ji bo parastina Sûriyeyê û gelê wê, parastina herêmên xwe û beşdariya di parastina ewlehî û îstiqrara welêt de piştrast kirin.

1 cotmeh, 2026   19:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED-BILIND HACÎ

Kamereya ajansa me derbasî nuqteyên bicihbûna Lîwaya Hesekê; lîwaya 3’yemîn a di Feyleqa 2’yemîn a Artêşa Sûriyeyê de bû. Lîwa li ser 3 nuqteyên sînorê îdarî yê bajarê Hesekê de bi cih bûne; nuqteya Cebel Kewkeb, Qesirk û Til Beyder.

Şervanên lîwayê dewreya leşkerî ya 21 rojan li bajarê Nebkê yê Şamê dewam kir, di dawiya Tebaxê de bi dawî kir.

Fermandarê tûgaya 4’an a Lîwaya Hesekê Mesûd Keleş got piştî entegreyê Artêşa Sûriyeyê bûn, dewreya perwerdê li Şamê bi dawî kir vegerîn nuqteyên xwe yên leşkerî yên li Hesekê.

Keleş wiha domand: “Em berê jî ji bo parastina Sûriye û gelê wê amade bûn, îro jî bi awayekî fermî tev li Artêşa Sûriyeyê bûne û amade ne parastina Sûriyeyê li hember tevahî êrişên hundirîn an jî derve biparêzin. Tevlêbûna me bi armanca parastina tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bû.”

Efserekî meydanî di Lîwaya Hesekê de Ziyad Elî jî got: “Di dirêjahiya 14 salan de me di oxira parastina xak û gelê xwe de rahişt çekê, îro bi awayekî fermî em bûne beşek ji Artêşa Sûriyeyê, em ê hilgirtina çekê di oxira parastina gel û herêmên xwe de bidomînin.”

Elî diyar kir ku ew amade ne Sûriyeyê bi hemû erdnîgariya wê biparêzin û anî ziman ku dê fedakariyên şehîdan zindî bimînin û li ser şopa wan bimeşin.

Li gorî rêkeftina 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de 4 lîwa ji QSD’ê ava dibin, li 3 herêmên Cizîrê; Hesekê, Dêrik û Qamişloyê belav dibin û lîwaya 4’emîn jî li bajarê Kobanê dimîne.

(f)

ANHA